Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînareke taybet bi bîranîna Dr. Qasimlo û hevalên wî li Silêmaniyê birêve çû

12:54 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Komîteya rêwresmên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li bajarê Silêmaniyê bi beşdariya hin kesatiyên siyasî û akademîk semînarek bi helkefta 30`emîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî li ser maseya danûstandinê ji aliyê terorîstên Komara Îslamî ve, pêk anî.

Li gor zanyariyên Kurdistanmedia, roja pêncşemiyê 13`ê Pûşperê, ew semînar bi alîkariya beşa pêwendiyên PDKÎ li bajarê Silêmaniyê hate lidarxistin.

Di semînarê de nûnerên partî û aliyên siyasî ên her çar beşên Kurdistanê û endamên PDKÎ li bajarê Silêmaniyê û derdorên wî bajarî beşdar bûn û semînar, bi marşa netewî a Ey Reqîb û xulekek bê dengiyê ji bo rêzgirtin ji şehîdên Kurd û Kurdistanê destpê kir. Pişt re bernameya karî a semînarê û armanc ji wê semînarê ji aliyê Dara Natiq cîgirê rêveberê Dezgeha Rêkxistina Giştî a PDKÎ ve hate pêşkêşkirin.

Piştî wî, Simayîl Rehmanî berpirsê pêwendiyên PDKÎ li Silêmaniyê bixêrhatina beşdarbûyan kir.

Semînarê du panel li xwe digirtin;

Di panela yekem de Mihemednezîf Qadirî cîgirê duyem ê lêpirsyarê giştî ê PDKÎ û berpirsê pêwendiyên giştî ên wê partiyê derbarê aliyên cuda ên kesatiya hizrî û siyasî a Dr. Qasimlo axivî û bal kişande ser roja wî rêberê mezin û bêmînak ê neteweya me û rola wî di tevgera rizgarîxwaziya Kurdan û piroseya demokrasiyê de li Îranê.

Derbarê hewlên Dr. Qasimlo ji bo navnetewîkirina pirsa Kurd jî got ku Dr. Qasimlo di asta navdewletî de sefîrekî jêhatî ji bo Kurdan bû û li Rojhilatê Kurdistanê jî zimanhalekî baş di derbarê mafên binpêkirî ên netewa me de bû û zordestî û tawanên dagirkarên Kurdistanê ji bo raya giştî a cîhanê vedigotin.

Qadirî herwisa tekez kir ku piştî 30 salan ji terora wî, tê dîtin ku rêvîngên rêbaza wî, ji bo dabînkirina azadî, demokrasî, dadperwerî û armancên siyasî û netewî ên Kurdan xebatê didomînin û piroseya Rasana Rojhilat jî vê rastiyê nîşan dide.

Di panela duyem de Dr. Keywan Azad mamosteyê zanîngehê, derbarê serkirdeyên siyasî ên Kurd di navbera serkeftin û şikestê de axivî. Herwisa behsa rola Dr. Qasimlo di hevxistin û vejandina bingeha Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de kir û ew, weke yek ji rêberên karîzmatîk û bi bandor ên netweya Kurd binav kir.

Dr. Keywan Azad daxuyand ku Dr. Qasimlo yek ji rêberên xwedî hizr û akademîk ên neteweya me bû ku fikrên wî di xebatê de ji bo dabînkirina armancan rênimûmniya neteweya me dikin.

Wî herwisa di beşeke din ji axaftina xwe de behsa sedemên serkeftînebûna serkirdeyên Kurd, şoreşên Kurdan û sedemaên şikesta wan kir.

Di dawiya semînarê de jî beşdarbûyan, nerîna xwe di derbarê van mijaran de anîn ziman.