Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Senatorên Komarîxwaz: Divê Kongire zivirîna Amerîkayê bo lihevkirina Bercamê erê bike

12:40 - 8 Şibat 2022

Senatorên Komarîxwaz di nameyekê de bi Serokomarê Amerîkayê ragihandine ku di dema zivirîn bo nav lihevkirina Bercamê divê Kongira “Sena”yê vê rêkkevtinê erê bike.

Nêzî 30 Senatorên Komarîxwaz yên Amerîkayê di nameyekê de bi “Joe biden” ragihandine, di dema zivirîn bo nav rêkevtina bernameya navkiya rejîma Îranê naskirî bi “Bercam”ê divê bi dengê endamên kongireya “Sena”yê be û kongire erê bike, ger wisa nebe pêka bijarde û desthilata “Sena”, pêşî ji zivirîna “Amerîka”yê bo nav rêkevtinê digirin.

Herwisa wan senatoran ragihandine ku her rêkkevtinek digel Îranê bi dengê erêniya Kongira “Sena”yê nebe, di dema destpêkirina dewra nû ya Serkomariyek din de, dê ji nav here û bas ji vê yekê jî kirine ku rêkkevtina digel Îranê bandorek taybet li ser ewlehiya Amerîkayê heye û lewma dengê biriyara kongirê pêwîst e.

Eva di halekê de ye ku roja Sêşemî 19ê Rêbendanê dewra 9 ya danûstandina ‘Bercam”ê li “Viyen”ê dest pê dike.

Di vê derheqê de Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê “Ned Price”, bi nûçegihaniya “Ferans”ê re ragihandiye ku egera rêkkevtin digel rejîma Îranê heye û ger heta du heftiyên bê ne3gihin bi çi encamekê, bernameya navkiya Îranê dê bi awayekî pêş bikeve ku êdî rêkkevtin bê wate dibe.