Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şepola komkirina mahware li Merîwanê dom dike

13:04 - 24 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Hêzên Întizamî yên rejîma Îslamiya Îranê di vê heftiyê de bo cara duyem êrîşkirine ser mala akinciyên bajarê Merîwanê û dest bi ser sêl û dîşên hevwelatiyan girtin.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, hêzên Întizamî yên rejîma Îslamiya Îranê bo duyemîn car bi kincên şexsî rijiyane nav mala hemwelatiyên Kurd li taxa “Bêsaranî”a bajarê Merîwanê û hejmareke zaf mahwarên hevwelatiyan dest bi ser de girtin.
Di vê pêwendiyê de roja Yekşemî berwara 20’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an, hêzên rejîma Îranê li taxa Bêsaranî û hejmarek li taxê din bi navê “Bîleqûsekanî” û “Şêx Ehmed Şepol” hejmarek sêl û setelayt ên akinciyên wan taxana tevî xwe birin.
Hêzên rejîma Îranê bê evê ku mûletekî yasayî hebe, mala hevwelatiyan bi heceta komkirina mahwaran lêgerîn dikin.