Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şepola nû ya komkirina setelaytan li Merîwan û Şino dest pêkir

13:52 - 22 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Li bajarê Şino û Merîwanê hêzên Întizamî yên rejîma Îranê di şepoleke nû de dest bi komkirina çenax û sêlan kirin.
Li gor rapora malpera Kurdistanmedia’ê, roja Şemî berwara 19’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an, hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî ya Îranê bi bê muhleta yasayî rijiyana nav mala hemwelatiyên hejmarek ji kolanên bajarê Şino û dest bi ser hejmarek mehweran de girtin.
Di vê pêwendiyê de û di nav bajarê Merîwanê de li berwara 20’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an, hêzên rejîma Îranê li hinek kolanên weke Bêsaranî, Feyleqûs û Şêx Ehmed, dest bi komkirina setelaytên hevwelatî ên vî bajarî kirin.
Piştre jî di destpêka meha Rezber a sala 1392’a Rojî de, hêzên rejîma Îranê bi zêdekirina parazît, teşwîş xistibûne ser kanalên mahwareyî û bi taybet kanalên Kurdî û pîşiya bilavkirinê girtibûn.