Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer û pevçûn di navbera hêzên rejîma Îranê û xelkê li devera Newsûdê

15:09 - 6 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Zewtkirina kelupelên kolberan li devera Newsûdê, şer û pevçûna hêzên Leşkerî yên rejîma Îranê û akinciyên gundê “Nerwî” hete gorê.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, şeva Sêşemî 5’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, hêzên Leşkerî yên rejîma Îslamiya Îranê li gundê “Şirkan”a ser bi devera Newsûdê êrîş kirine ser kolberan û kelupelên wan dest bi ser girtin.
Paş zewtkirina kelupelên kolberan ji aliyê hêzên Leşkerî yên rejîma Îranê li gundê “Şirkan”ê, hêzên han li gundê “Nirwî” tevî xelkê tûşî şer bûn û di encam dergîriya fîzîkî de, hemwlatiyên vê deverê karîn kelupelên kolberan ji hêzên rejîm bistînin.
Ji aliyek din ve her di vê şevê de, li devera sînorî bi navê “Gerdena gaw kuje”a devera Newsûdê, kolberên Kurd bûne armanca gulleyên raste rastên hêzên rejîma Îranê û 7 ser hespên wan jî kuştin.
Di encama vê êrîşê de ku ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatibû kirin, tû kolberek nahte kuştin a birîndarkirin.