Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer û pevçûn li Sûriyê dom dike û hejmarek welatiyên sivîl bûne qurbanî

21:33 - 3 Tebax 2013

Kurdistanemdia: Li welatê sûriyê şer û pevçûn qunaxekî nû bi xwe ve dibîne û encama wan şer û pevçûna ne hejmarekî zaf xelkên sivîn û bêdifa hatin kuştin.
Şer û pevçûn li navber Arteşa Azad û çekdarên rejîma Sûriyê dom dike û ew naaramiye li Dîmeşq û Heleb û her wusa bajarên Kurdan Serkanî û “Tipa Sipî” berdewame.
Li serkaniyê şer di navbera girupên Îslamî “ Elnisre” û beşek li Kurdên vî welatî dom dike û li encama wan şerane de hejmarek zarok û hevwelatiyên sivîl hatine kuştin.
Her divê pêwendiyê de girupên Îslamî bo çendimîn caran êrîş kirine ser cihên giştiyên bajarê Serkanî û hejmarek li akinciyên gundan girtine.
Girupa Elnesir karaba bajarê Serkaniyê qutkirine û hemwelatiyên vî bajarî li vî germê de li gel çendîn astengiyan berbirû bûne.

Ji aliyek din ve malpera Duîçile Wêle bilavkir, rejîma Îslamiya Îranê hejmarek li Şî’ên Îraqê bi hinceta çûn bo sûriyê û şer tevî naraziyên vî welatî baraniye û perwerdeya leşkerî kirine.

Çavkaniyê eva jî anî ber bas, ew kesane Şî’ên radîkalên Îraqê ne û li binka “Sahibê Zeman” li Bakûra Tehranê perwerde kirine û hejmarek rêkirine Sûriyê bi armanca piştewanî kirin li Beşar Esed.
“ Esaîb Ehl Elheq” û “Katibê Hizbullah” ev girupên ku rejîma Îslmaiya Îranê bi hinceta şer li Sûriyê de mifa ji wan werdigire.

Arteşa Azad a Sûriyê bi berdewamî rejîma Îranê bi desttêwerdan li karubarê Sûriyê û piştîwanî liu Beşar Esed şermizar dike.