Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer û pevçûna di navbera PKK û Tirkiye de/ 12 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin

11:44 - 19 Nîsan 2022

Artêşa Tirkiyê carek din bi hênceta hebûna gerîlayên PKKê li  herêmên Metîna, Zap, Avaşîn û Basyanê yên ser bi Başûrê Kurdistanê, operasyoneke nû dest pê kir û bi bejayî û esmanî êrîşê ser wan deran kiriye. Ji aliyek din ve jî Hêzên Parastina Gel (HPG) jî dibêje, wan pêla yekem a êrîşên Tirkiyê têk şikandiye.

Ew operasyonane bi navê “Pençe-Kilîl” hatiye ragihandin û herêmên Metîna, Zap, Avaşîn yên girêdayî Başûrê Kurdistanê li xwe digire.

Navenda Çapemeniya HPGê li derheq vê operasyonê ragihandiye: “Gerîlayan bi bombeyên destî û çekên sivik li Artêşa Tirkiyê ku dixwastin li qada Werxelê ya girêdayî herêma Avaşînê bi pêş ve biçin xistine. Di encamê de 12 leşkerên Artêşa Tirkiyê hatine kuştin.”

Ji aliyek din jî Serkomarê Tirkiyê “Recep Tayyîp Erdogan” li kombûna bi Balyozên bîhanî re hin axavtin kir û got:" Ew li ku derê û kî bin, emê dê li hemberî PKK, YPG, Feto û DAIŞê berdewam bin."

Ji hêlek din ve, Wezareta Derve ya Îraqê di daxuyaniyekê de êrîşa Tirkiyê bo ser Herêma Kurdistanê şermezar kir û daye zanîn: “Hikûmeta Îraqê encamdana operasyonên leşkerî yên hêzên Tirkiyê û bordûmankirina axa Îraqê li navçeyên Metîna, Zap û Avaşînê yên bakurê Îraqê ji rêya helîkopter û balafirên bê balafirvan ve bi tundî şermezar dike.”

Wezareta Derve ya Îraqê dibêje, êrîşên Tirkiyê binpêkirina axa Îraqê û berevajiyê yasayên navdewletî ye.

Rêberê Tevgera Sedir “Muqteda Sedir”, bi weşana twîtekê li derheq bombebarankirina navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve belav kir: “Tirkiye bi awayekî ne rewa û bê hincet axa Îraqê bombebaran kir, eger ji nav axa Îraqê metirsiyek li ser heye, divê bo bi dawîanîna wê metirsiyê digel hikûmeta Îraqê hevahengiyê bike û ew şiyana hêzên emnî yên Îraqê heye.”

Artêşa Tirkiyê heyameke dûr û dirêj e ku her sal bi hênceta hebûna PKK, wan navçeyan dike bi armanca xwe û heta niha sedan kesên sivîl ên wan navçeyên Başûrê Kurdistanê ji aliyê bombebaran û mûşekbararnkirina Tirkiyê ve bûne bi qurbanî.