Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer û pevçûnek li Kamyaranê 2 kuştî û birîndarek

19:42 - 4 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Li şer û pevçûnek de li navbera hêzên rejîma Îslamî ya Îranê û hejmarek çekdar, 2 kes ji wan çekdarane hatin kuştin û yeke din jî hat birîndarkirin.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, di nav melekê de li qirax Ferhengsazî ya bajarê Kamyaranê şer û pevçûn li navbera girupekî 3 kesî ên çekdarên nasnekirî tevî hêzên rejîma Îranê, hate gorê.
Hevwelatiyekî nêzîk li cihê şer bi malpera “Kurdistanmedia”ê ragihand: Berwara 3’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, hêzên rejîm rijiyane ser malekê ku bi gotinan 3 çekdar têde bûn e û di encam de şer û teqe di navbera wan de hatiye gorê û paş 6 demijmêran hêzên rejîm bi naçarî bi çeka “AR PÎ ÇΔ ew mele bi ser wan çekdarane de kawil kiriye.
Hemwelatiyê han ku nexwast navê vî eşkere be got: “Di vî şerî de 2 kes ji wan çekdarane hatine kuştin û kesek din jî bi birîndarî ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin”.