Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serbarî givaşên hêzên ewlehîkar çileya hevwelatiyên Yarsan birêve çû

21:22 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Xelkê Yarsan li bajarê Sehne serbarî zext û givaşan çileya “Nîkmerd Tahir”ê birêve birin.

Roja înê 12’ê Tîrmeha 2013’an, hevwelatiyên Yarsan û peyrewên ola Yarî merasimek li guristana bajarê sehne bo welatiyekî Yarsan ku heyamê 40 roj berî niha agir berdane xwe, birêve birin.
Eva di demekê de ye ku çend rojan berî niha îdareya Îtilata rejîma Îranê li bajarê Kirmanşanê malbata du welatiyên Yarsan ku canê xwe ji dest dabûn gazî kiribûn û hereşe ji wan kiribûn ku nabe çileya wan du hevwelatiyane bête girtin.
Hêzên Îtilatê bi wan welatiyan ragihandiye, bi mercek rê dide wan ku rê û resma çileya matemenî birêve bibin, ku bi tu awayekê kirjî û naramî dirust nekin.
Hesen Rezewî hevdem tevî Nîkmerd Tahirî li 4 û 5\'ê Hezîranê lê li yek bajar û li yek cihî, bi nîşaneya nerizayetîeşkerekirina li hemberî sivikatî kirina rejîma Komara Îslamiya Îranê û dezgehên Îtilaatî bi ayîna Yarî, ji ber deriyê Fermandariya Hemedanê agir berdane xwe.
Her divê pêwendiyê de hejmarek welatiyên Yarsan jî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin û destbiser kirin.
Her divê pêwendiyê de berwar 9\'ê Hezîranê hemwelatiyên bajarên Sehne, Kirmançan û Hemedan û çendîn bajarên din li ber deriyê parêzgeha Kirmanşanê pêşvaziya xwe ji xelkên Yarsan derbirîn.

6010.jpg