Kurdistanmedia: Nîzîkî du heftiye rejîma Îranê bi awaiyên curbicur, givaş xstine ser hevwelatiyên bajar û gundên Kurdistanê û bi van hatiye ragehandin nabe cejna Newrozê bigirin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, hêzên rejîma Îranê bi hejmarek li çalakvanên çandî yên bajarên “Selmas, Şino, Pîranşehir, Nexede, Xoyê, Mako” yê ragehandiye ku nabe pêşevazî li cejna Newrozê bikin.
Bi gotina çendîn şahîdan, hejmarek li hevwelatiyên bajarên han ragehandine, tu kes an aliyek nikare pêşiya îradeya netewayetî bigire û cejna Newrozê boneyeke girînge û hevceye birêve biçe.
Her di vê pêywendiyê de rejîma Îslamiya Îranê bi nivîsîn hejmarek li mamostayên gundên ser bi “Mihabad, Nexede, Şino, Bokan,Mako”ê ragehandiye nabe rê û resma “Kule Çarşemî û Newroz” birêve bibin û agirê Newrozê hilkin.
Xelkê bajarên Kurdistana Îranê ji bo birêve birina cejna Newrozê dom dike û roja înê 15 Adarê hevwelatiyên Bokanê li ser çiyayê Terexe rê û resma Newrozê birêve birin.
Bi gotina şahîdan, hêzên rejîma Îslamî a Îranê bi tewahî hewla xwe dan pîşî li rê û resma Newrozê bigirin, lê nekarîn li ser îdeya netewayetiya xelkê Kurdistanê zal bin.