Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serbazek li devera Newsûdê bûye qurbaniyê mînên erdî

15:29 - 4 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Li derdora bajarê Newsûdê serbazek seba kevtina ser mînên erdî bi tundî birîndar bû.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanemdia, roja şemî 3’ê Tebaxa 2013’an, li derdora bajarê “Newsûd”ê li nîzîk gundê “Şoşmê” li cihek bi navê (Çadirgah) seba teqîna mîn serbazekî henga merzî a ser bi pasgeha “Şoşmê” birîndar bû.

Adil Haşimî temen 20 sal û xelkê Hemedanê serbazê ku hatiye birîndar kirin û aniha seba sextiya bîrînê bo nexweşxana bajarê Kirmanşanê hatiye rêkirin.
Piştî derbas bûna pitir ji 26 sal li ser şerê navber Îraq û rejîma Îranê de hêşta dijminekî veşartî bi navê mîn tirsekî mezin bo ser canê hevwelatiyan û bi xasmanî akinciyên parêzgeha Urmiye, Îlam, Kirmanşan û Kurdistanê.
Ev 4 parêzgehane zaf caran bûyerên mîn têde diqewime û piraniya qurbaniyan li gundan bûne ku dûr bijîva jiyana xwe bûne û piraniya wan jî qîre leşkerî (nizamî)bûne û bi taybet zarok, şivan, kedkar û cutyar bûne qurbaniya teqîna mînên hetî çandin ku paşmawên şerê rejîma Îslamiya Îranê û Îraqê ne.
Li gor agahiyan 6 hektar li axa Îranê bi mîn hatiye çandi û li gor dawîn amaran bi giştî 16 milyîon mîn di tavayî Îranê heye û 4 parêzgeh Îlam, Kirmanşan, Urmiye û Kurdistanê seba rewşa ewlehî û sînor kirin zafirîn rêja mînên hatî çandîn, heye.