Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serdana berpirsên rejîm li gundekî Hewramanê, bû cihê narizayetiya xelkê

20:09 - 18 Adar 2014

Kurdistanmedia: Paş çendin meşên sivîl ji aliyê xelkê gundê Derekê ve, berpirsên rejîm serdana wî gundî kirin, lê tevî narizayetiya hemwelatiyên wî gundê rûderû bûn.

Li gor rapora Kurdistanmedia, îro roja Sêşemî 18’ê Adar a 2014’an, berpirsên rejîma Îslamî ya Îranê li bajarê Sewlawa, weke fermandarî, bexşdar, berpirs îdareya cîhada Werzêrî, berpirsê îdareya Jîngeh parêzî û berpirsê Bunyada avahî, serdana gundê “Derekê”a ser bi devera Hewramanê kirin û civîn bo xelkê girtin û tevî narizayetiya hemwelatiyên wî gundî berbirû bûn.

Çavkaniyekî hayîdar ji meselê bi nûçegihniya “Kurdistanemdia”ê ragihand: Berpirsên rejîma Îslamî ya Îranê di vê civînê de her weke caran soza dabînkirina asayîş û xizmetgozariyê ji hemwelatiyen re dabû ku ligel narizayetiya şedîd ya hevwelatiyan rûderû bûn.

Bi gotina vê çavkaniyê, paş axavtina berpirsên rejîm yek ji endamên şivrayê gundê Derekê bi nûnerayetiya xelkê dipeyve û narizayetiya xwe û xelkê gund derdibre.

Endamê şivrayê gundê ewa jî aniye ber bas: “36 sal malwêranî, 36 salî bedbextî û çarereşî û derbiderî, 36 sal giranî û kuştin û narihetiya hemwelatiyan, berhema rejîma Îslamî ya Îranê bûye û tu xêr û qazancek me ji vê hikûmet û deselatdarî nedîtiye û ji berî idî guh ji wan axavtin û sozane tejî ye û hêviya tu tiştekî ji wê rejîmê nakeyîn.

Herwiha şivrayê gundê Derekê ewa jî bi berpirsên rejîm re gotiye: Em hikûmeta rejîma Îslamî naxwazin û idî serdana wê gundê nekin û niha derkevin herin û bi hurmet ve li nav gund derkevin.

Bi gotina çavkaniyê, axavtina şivrayê gundê Derekê , bi çepika amadebûyên civînê pêşwazî lê hate kirin û hemwelatiyên gund ew berpirsên rejîm di nav gund de derxistin.

Serdana berpirsên rejîma Îslamî ya îranê li gundê Derekê paş ewê şend meş û hereketa medenî weke sertaşîna mamosta Elî Mihemediyan û şikandina tifenga Ehmed Ezîzî hate gorê.

“Mihemed Elî Mihemediyan” mamostayê pola Du a debistana Şêx Şeltût a bajarê Merîwanê ku heyamek berî niha mûyê ser xwe bi nîşana hevderdî tevî derxwane bi navê “Mahan” ku tûşî nexweşiya şîrpence bibû, taşî bû.