Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serdana Ehmedînijad bo parêzgeha Urmiyê û firt û fêlên berpirsên rejîm li Mihabadê bo pêşwazî kirinê

16:43 - 5 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Li bereberê serdana serkomarê rejîma Îslamiya Îranê bo parêzgeha Urmiyê û bajarên derdur, sendîkaya teksraniyê bi awayeke zorî bi şofêran gotiye, dibe tirakên pêywendî bi Ehmedînijad li ser şîşên tirombêla xwe bidin.

Li gor nûçeya gehiştî malpera Kurdistanmedia, sendîkaya teksîranî û nawendên çavedêrî li ser teksiyên bajarê Mihabad û derdurê wê, hejmarek tirakên pêywendî bi serdana Ehmedînijad bi zor bi şofêrên teksiyan dane û bi wan gotine dibe li ser şîşên tiromêla xwe bidin.

Sendîkaya teksîranan bi xwediyên teksiyên Mihabadê ragehandiye, eger bêt û li gel vê biryarê serpêçî bikin li gel cezayê ruderu dibin.

Ji aliyê din ve çend roj berî niha îdareya hîn kirin û perwerde a Urmiyê li ser biryara parêzgeha bajarê Urmiyê bi hemû qutabxanan ragehandibû, ku dibe li roja hatina serkomarê rejîm de bi hiceta pêşwazî kirin amade bin û li her qutabxaneyekî dibe çend kes bo vê pêşwazî kirinê li cihên diyarkirî bin.

Ewa di demekê de ye ku heyamek berî niha endameke hey’eta serokatiya parlemana Îranê ragehand ku bi sedema kêmbûna pêşwaziya xelkê ji serkomarê Îranê, serdanên wî bo parêzgehan hat sekinandin.
Mihemed Dêhqan di nav axavtina xwe de got: Xelk li kar û kirdeveiyên dewletê dil sar bûne, û bi sedema pêşwazî nekirina xelkê, seferên Ehmedîijad bo parêzgehên Îranê hatin hilweşandin.