Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serdana nûnerê PDKÎ li Almanê, li deftera serekiya Partiya Demokrata Mesîhên vî welatî

14:37 - 18 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Hîwa Behramî nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Almanê serdana deftera serekî ya Partiya Demokrata Mesîhên Almanê kir û li gel Bêrtîl Wêngîz, berpirsê karubarê navnetewî ya vî partiyê hevdîtin kir.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, di vê hevdîtinê de nûnerê PDKÎ çend mijarek sibaret bi Kurdistana Rojhelatê xiste ber bas û siyasetên PDK Îranê rûn kir.
Pirsa kirîza navbera Rojava û rejîma Îranê û danustandinên her du alî li Jinêvê de ji wan tewerane bû ku bas li ser kirin. Har di vê pêwendiyê de basa hatine serkarê dewleta Rûhanî û siyaseta hundirî û derekiya wî welatî kete ber bas.
Di vê hevdîtinê de nûnerê PDK Îranê li darvekirina wan dawiyane çend girtiyên siyasî yên Kurd di Kurdistana Îranê de kir û ew kiryare weke dirêjedana siyasetên sê dehika pêşîna rejîma Îslamî hemberî gelê Kurd di Îranê de bas kir.