Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serdana nûnerê PDKÎ li Almanê li wezareta dereveyî vî welatî

13:22 - 18 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Hîwa Beramî nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Almanê, serdana wezareta dereveyî vî welatî kir û tevî rayedarên vî wezaretxanê hevdîtin kir.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, di vê hevdîtinê de çandîn mijarên pêwendîdar bi Îranê û Kurdistanê û deverê bas û gotubêj li ser hat kirin.
Pirsa Kurd li Kurdistana Îranê, siyasetên rejîma Îslamî ya Îranê li hemberî wan pirsa ne de û lidarvekirina girtiyên Kurd yên siyasî li çend heftiyên derbasbûyî de bas li ser hatkirin.
Kirîza nevekiya rejîma Tehranê mijereke din a vê rûniştinê bû. Di vê pêwendiyê de her du alî sibaret bi givaşên ku li ser rejîma Îranê mane bas kirin û li ser vê bawerê bûn ku kêmkirina givaşan dikare sîgnalekî şaş be bo rejîma Îslamî ya Îranê.
Her wusa nûnerê PDK Îranê bi amajedan basa paş hatina serkarê Rûhanî di hinek ji medyayên Rojava de, ew basane bi piropegenedya rejîm bo nîşandana rûyekî din ji xwe hesiband û got di Îranê de siyaste zebir û zeng û girtin û eşkence û li dardekirin her dom dike û vekirina fezaya siyasî tenê li çarçwueya derûşman de bû.