Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şerê navxweyî yê navbera Kurdan de şerm, zilm û guneh e

13:06 - 28 Gulan 2015

Kurdistan Media: Her sê Partiyên PAK, HAK-PAR û PDK-T li Amedê civiyan û êrîşa PKK bo ser pêşmergên PDK Îranê şermezar û pirotesto kirin. Wan gotin ku Şerê navxweyî yên navbera Kurdan de şerm, zilm û guneh e.

Li gor nûçeya ku ji buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAK gihîştiye malpera Kurdistan Media, her sê hêzên siyasî ên xebatkar li Bakûr (PAK,HAK-PAR û PDK-T), roja duşemî, 25.05.2015an li Amedê li ber AZC Plazayê di bin alayên Kurdistanê de civiyan û di derbarê şer û pevçûnên ku navbera PDKÎ û PKK yê de qewimî, ji Çapemenî û raya giştî re daxuyanî dan.

Li ser navê PAKê Endamê Birêvebirîya Amedê ya PAKê Minhal Bayram û li ser navê HAK-PARê jî Serokê Rêxistina Amedê ya HAK-PARê Vasıf Kahraman daxuyanî xwend.
Rêzdaran di axaftinên xwede gotin ku Şerê navxweyî yên navbera Kurdan de şerm,zilm û guneh e.

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê.