Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şerê Ukraynê dibe karesatek bo bilindbûna nirxa madên xwardimenî/ %40 genimê Îranê ji Rûsiyayê tê hawirdekirin

11:13 - 12 Adar 2022

“Suwên Torê Holister”, Serokê kompaniya “Yara International”, ku ofîsa wê ya navendî li Nurwêjê ye û di zêdetir ji 60 welatan de çalakî dike, bi “BBC” re daye zanîn: “Şerê Ukrayn û Rûsiyayê mezintirîn karesat e bo madên xwardimenî û nirxa kod kîmiyayî roj bi roj bilind dibe”.

Rûsiya yek ji sereketirîn berhemhênerê madayên bihêzker ên wek “Putas û Fosfat”ê ye ku ji beşên sereke yên berhemanîna koda kîmiyayî têne hesibandin.

Serokê kompaniya “Yara International” dibêje: “Xwarina nîveya heşîmeta cîhanê girêdayê koda kîmiyayî ye; Hekî ev koda negihe hin ji berheman, eva derhênan hin berheman dê daketinek %50 ji xwe ve bibîne”.

Bandora vê şerê li ser Îranê jî heye, ku nêzî %40.3 genimê wî welatî, Rûsiya dabîn dike û eva jî di halekê de ye, ger tehrîmên welatên Rojavayî li ser Rûsiyayê berdewam bin, bandora xwe li ser hawirdekirinê jî heye û dê nirxa vê berhemê di Îranê de çend beranber bilind dibe.