Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seredana şandekî PDKÎ ji Partiya Komonîst a Feransê

14:52 - 12 Şibat 2014

Kurdistanmedia: Şandekî Partya Demokrat A Kurdistana Îranê, di hevdîtinek tevî Partiya Komonîst a Feransê de, dawî guhartinên cîhan û herêmê bi hev re şirove kirin.

Li gor raporta Kurdistanmedia; şandekî PDKÎ, bi serperestiya Hesen Şerefî, cêgirê Sikirterê Giştî yê Partiyê, berwara 11,02,2014an a Zayînî, seredana Partiya Komonîst a Feransê li Parîsê kir û ji aliyê şandekî wê partiyê bi serperestiya Lîda Semer Bexş, berpirsên navdewletî a vê partiyê we hat pêşwazî kirin.

Di vê hevdîtinê de, Şerefî derheq bi pirsa navokî a Îranê û encamên dorpêçên navneteweyî li ser Îranê û bandora wê li ser abûriya Îranê û jiyana xelkê û paşekêşeya rejîma Îranê û neçarbûna wê bi rêkewtinnameya 5+1, tevî berpirsên Partiya Komonîst a Feransê axivî û derheq bi serkomarê nû yê Îranê jî got, her çend ku li derweyî welêt piropagendeyek zaf bo wê dewletê hatiye kirin û weke dewletek rêformixwaz didin nas kirin, lê di rastî de, di navxweya Îranê de, tu guhartinek çê nebûye û heta tepeser kirin û îdam û nemaze li Kurdistanê û netewên din yên Îranê zêdetir bûye.

zirûfa henoke ya PDKÎ, kongireya netewên îrana federal, destkewt û pêşveçûnên herêma Kurdistanê, pêvajoya got û bêjên navbera PKK û dewleta Turkiyê, zirûfa niha a Kurdistana Sûryê, hin mijarên din bûn ku di vê civînê de, ji aliyê Şerefî ve hatin şirove kirin.

Lîda Semerbexş, serbarê keyfxweşiya xwe ji vê hevdîtina tevî şanda PDKÎ û helwest û nêrînên vê partiyê, piştgîriya partiya Komonîst a Feransê, ji pêwendî û hewlêstên PDKÎ derheq bi herêm û azadîxwaz û hêzên pêşketî ducarî kir.