Birêveberê Giştî yê rojnameya “Keyhan” a ser bi rejîma Îranê, “Husên Şerî`etmedarî”, di hevpeyvînekê digel bernameya televîziyonî ya bi navê “Şenbê Şebê Cehanara” li derheq rêkkevtina Bercamê ya pêwendîdar bi bombeya navkiya rejîma Îranê daye zanîn: “Bercam termek genî ye û ger em bixwazin bi wê hal û hewayê bi wê bizavirin, em tiştekê bi dest ve naynin”.
Navbirî daye zanîn, “Ya ku niha tê gengeşekirin û tê gotin, rakirina tehrîman e; ger tev tehrîm bêne rakirin tiştek bi navê Bercamê namîne”.
Axavtinên wî karbidestê rejîmê di halekê de ye ku roja yekşemî 18`ê Rezberê “Angela Merkel” Serokwezîra Alman bo serdan ber bi Îsraîlê ve çû û mijarên wê digel berpirsên Îsraîlê rejîma Îran û rêkkevtina Bercamê bû.
“Angela Merkel” di konferanseke rojnamevanî digel “Naftali Bennett” Serokwezîrê Îsraîlê de got: “Min ti carî Bercam bi îdeal nezaniye, lê ya baştir ji nebûnê, rêkkevtin e”.
Serokwezîrê Îsraîlê, “Naftali Bennett” jî car din dijayetiya xwe digel rêkkevtina Bercamê nîşan da û daye zanîn: “Hewla bi dest anîna rizayeta Îranê bê qazanc e; rejîma Îranê gefek e li ser aramiya cîhanê”.
“Naftali Bennett” dibêje rejîma Îranê fêl li Civatgeha Cîhanî kir û dem desrbas kir û di heman demê de meyqandina Uraniyoima xwe û jinavbirina aramyia deverê didomîne.