Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêrko Muarifî girtiyê siyasî yê Kurd lidarvekirin

18:42 - 4 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Şêrko Muarifî çalakvanê siyasî yê Kurd sibêdeya îro Duşemî berwara 4’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, li zîndana nawendî ya Seqizê hat bidarvekirin.
Kempêyêna berewanî ji zîndaniyên siyasî û sivîl bilav kir, girtiyê han yê Kurd îro roja Duşemî bo cihê takekesî hatiye veguhastin û paş çend demijmêrekê bidarvekirin e.

6929.jpg
Şêrko Muarifî çalakvanê siyasî yê Kurd

Yek ji nêzîkê malbata Muarifî, lidarvekirina girtiyê han yê siyasî pişt rast kiriye.
Şêrko Muarifî li berwara 30’ê Tîrmeha 2008’an, ji aliyê hêzên Sipaha Pasdarên rejîma Îslamî ya Îranê hat girtin û bo liqa yeka dadigeha Înqilab a bajarê Seqizê bi tometa “dijayetiya xwedê” û ji rêya “endamê yek ji partiyên Kurdî ên dijberî rejîma Îranê” cezaya lidarvekirinê bi ser de sepandin.
Di wan çend rojên derbas bûyî de ewa sêyemîn girtiyê siyasî yê Kurd e ku ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve tên lidarvekirin.

Piştre jî du zîndaniyên siyasî yên Kurd bi navê “Riza Îslaîlî (Mamedî) û Hebûbullah Gulperîpûr” li girtîgehên Selmas û Urmiyê hatin bidarvekirin.