Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkomarê Amerîkayê tekezî kir ku bi ti awayekî îznê nade Îran çeka navkî bi dest xwe ve bîne

12:11 - 29 Hezîran 2021

Serkomarê Amerîkayê, “Joe Biden” di hevdîtina digel Serkomarê Îsraîlê de ragihand: “Min li şeva derbasbûyî de ferman da ku navendên milîsên girêdayê rejîma Îranê ku berpirsê êrîşên wê dawiyê li dijî hêzên Amerîka li Îraqê bûn, bombebaran bikin.

Roja Duşemî 28ê Hezîranê, Serkomarê Amerîka “Joe Biden” di hevdîtina digel Serkomarê Îsraîl, “Reuven Rivlin” bi tekezî Îsraîl alxahîn kir ku, di heyamê Serkomariya wî de bi ti awayekî îznê nade ku rejîma Îranê bikare çeka navkî bi dest xwe ve bîne û got: “Bi fermana min êrîşa esmanî li ser hêzên milîs ên girêdayê rejîma Îranê li Îraqê hatine kirin ku berpirsên êrîşên dawî yên li ser hêzên Amerîkayê bûn”.

Hewisa Serkomarê Amerîkayê ragihand: “Min pêka desthilata xwe û yasaya bineretî ew ferman daye û heta kesên di Kongioreya Amerîkayê de jî ku amade nînin wê rastiyê bipejirînin, erê kirine ku ew gotin rast in”.

Serkomarê Îsraîl “Reuven Rivlin” di gotinên xwe de Amerîka wekî baştirîn dostê Îsraîlê binav kir û got: “Hogiriya di navbera gelê Amerîka û gelê Îsraîlê li ser binyata bihayên hevpar ên demokrasî û liberalizmê hatiya avakirin”.

Îsraîl nigeran e ku siyasetên Amerîka li derheq Îranê bibe sedem ku rejîma Îranê derfeta berhemanîna çeka navkî peyda bike, lê Amerîkayê ragihandiye ku wê îznê bi rejîma Îranê nade.