Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkomarê Feransê ji rejîma Îranê daxwaz kiriye ku li derheq Bercamê xwe rohn bike

12:22 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2022

Serkomarê Feransê “Emmanuel Macron” ji Komara Îslamiya Îranê daxwaz kiriye ku, li derheq zindîkirina Bercamê biryarek rohn bistîne.

Serkomarê Feransê “Emmanuel Macron” di hevpeyvîneke telefonî digel serkomarê rejîma Îranê “Îbrahîm Reîsî” de ji rejîma Îslamiya Îranê daxwaz kiriye ku, bona zivirîn bo Bercamê û sozên dayî, biryareke rohn bistîne.

Herwisa serkomarê Feransê ji rejîma Îslamiya Îranê re ragihandiye: “Hîn derfeta zindîkirina Bercamê heye, lê divê bi lezgînî bê encam dan”.

“Emmanuel Macron” li derheq rewşa 4 kesên xelkê Feransê ku di girtîgehên rejîma Îranê de ne nigeraniya xwe nîşan daye û binçavkirina wan bi kiryarek serberedayî binav kir û daxwaza azadkirina wan kiriye.

Serkomarê rejîma Îranê hincetek nû bo biryardana serrast li derheq Bercamê girtiye û îdia kiriye: “Biryara Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî derbe bi baweriya siyasî ye”.

Rejîma Îranê bo geşedan bi bernameya navkî, berhemanîna çeka navkî û geşedan bi bernameya mûşekên balistîk, hewcehî bi heyamek zêdetir he ye û her carê bi hincetekê hewl dide dema hewce bidest bixe.