
Kurdistanmedia: Hesen Rohanî serkomarê rejîma Îslamî ya Îranê, her wekî pirraniya berpirsên payebilind yên rejîmê xwediyê bawerînameya dixtoriyê ya sexte ye.
Berê jî, heftenameyeke Îranê ya bi navê “9`ê Dêy” ku îd`a kiribû bawerînameya dixtoriya Hesen Rohanî serkomarê rejîmê diziya zanistî ye.
Di hember de jî, Hesen Rohanî, li dijî vê rojnameyê doz vekiribû, û gotibû ku ev tohmete.
Piştî birêveçûna dadgehê di vê derbarê de, dadgehê ragihand ku, li gorî belgeyan, heftenameya “9`ê Dêy” tawanbar nine û ev yeka bi vê wateyê ye ku îd`aya vê rojnameyê rast bûye û serkomarê rejîma Îranê xwediyê bawerînameya sexte ye.
Destpîsiyên berpirsê rejîma Îranê li hemû warî jixwe girtiye û Axûnd û berpirsên payebilind yên rejîmê dixwazin bi bawerînameyên sexte, navên dixtoriyê li ser navên xwe bizeliqînin û xwe xwendekar nîşan bidin.
Her di vê pêwendiyê de, di salên derbazbûyî de, bawerînameyên sexte yên pirraniya berpirsên payebilind yên rejîmê eşkere bûn û ev yeka nîşaneya fêlbazî û destpîsiya berprisên rejîma Îslamî ya Îranê ne.