Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokê Giştî yê Saziya NY 11 pêşniyar ji berpirsên rejîma Îranê re kirin

13:10 - 20 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Mik Pompeo  li gorî merca terha 12 ya Amerîkayê ya bo gihîştin bi lihevkirineke nû digel Îranê, got ku Îran digel dijwartirîn dorpêçên dîrokê wê rûbirû be.  

 Berê jî “Heather Nauert” Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê gotibû ku Amerîka ji bo pêkanîna hevpêymaniyekê derheq  pêşîgirtin ji çalakiyên Îranê yên ku aramiya deverê têk didin, hewlên hewce wê encam bide.

 Her di vê pêwendiyê de,”Brayan Kok”,berpirsê siyaseta Wezareta Derve yê Amerîkayê jî  derheq çarçoveya nû ya pêşîgirtin ji hemû gefên rejîma Îranê axivt bû.

Herwisa Pompeo got ku welatên zêde di seranserê cîhanê de hene ku  nigeranyên  wekî nigeraniyên Washingtonê derheq Îranê de hene.

Herwisa navbirî got ku: Washington derheq Bercamê de digel Îranê lihevkirinê encam nade, û dorpêçên ku lidjî rejîma Îranê ne, bihêztirîn dorpêç wê bin ku di heyama dîrokê de tên encam dan û Hikûmeta Îranê dibe ku reftara xwe digel hevwelatiyên xwe baş bike.

Herwisa wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de roja  Çarşemî  da xuya kirin ku, rejîma Îranê rûl di  piştevanîkirin ji girûpên terorîst de heye û padagîrî jî kir ku rejîma komara Îslam îya Îranê, bi encama dan çalakiyên bi vî rengî jib o lawazkirina hikûmeta di seranserê Rojhilata Navîn de tundtir dike.

Di heyama çendîn salên borî de rejîma Îranê di rêzbenda piştevanîkirin ji terorîzmê, ji aliyê wezareta Derve ya Amerîkayê hatiye naskirin.