Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokomarê Îraqê ji bo avakirina hikûmetê Mihemed Tofîq Elawî da nasandin

11:45 - 2 Şibat 2020

Serokomarê Îraqê “Berhem Salih” ji bo avakirina hikûmeta wî welatî, bi fermî Wezîrê Pêwendiyan yê berê “Mihemed Tofîq Elawî” da nasandin û eve jî bo cihê nerizayetiya xelkê Îraqê.

Serokomarê Îraqê “Berhem Salih” berê jî di nameyekê de ku arasteyê Partiyên siyasî yên Îraqê kiribû ku tê de hetibû heya roja Şemî 12`ê Rêbendanê molet hene ku Serokwezîr dîyarî bikin, û eşkere jî kiribû ku hekî ew rêknekevin, dê bi xwe kesekê destnîşan bike bo posta serokwezîriyê.

Serkomarê Îraqê di wê nameyê de diyar kiribû, “hekî fraksoyonên diyarkirî, nekarin berbijêrekê destnîşan bikin” ew dê desthilata xwe ya destûrî bikar bîne û bo raspardina kesekê ku “cihê rizamendiya piraniya parlamentoyê û civakê be.”

Di vê derheqê de, xelkê nerazî hatine ser şeqaman û li dijî vê biryara Serkomarê Îraqê xwenîşandan kirin.

Xelkê nerzaî di bajarên Bexda, Besre, Kerbela, Babul, Necef û…hwd li dijî desetnîşankirina Serokwezîrê nû ji aliyê Serkomar ve xwenîşandan kirin.

Di nav wan xwenîşandanên ku di meydana Tehrîr a Bexdayê de hate lidarxistin li dijî rejîma Îranê jî silogan didan.

Xelkê Îraqê daxwaza guherîna tim hikûmeta Îraqê dikin û dibêjin ji parlemanê bigre heya hemû berpirsên gendel dibe bêne guherîn.