
Roja Pêncşemî 4`ê Hezîran a 2020`an, Mistefa Kazimî yê Serokwezîrê Îraqê ragihand ku niha pêde Îsmaîl Qa`anî yê fermandê Spaha Quds a terorîst, bi bê Vîzeya fermî bikeve nava axa Îraqê.
Ev biryara Serokwezîrê Îraqê guhartineke di serederiya wî welatî di hember mudaxilekirina rejîma Îranê û bi taybetî mudaxil e û rimbazêna Spaha Pastaran a terorîst û taya wê ya bi navê Spaha Quds ku niha Îsmaîl Qa`anî fermandê wê ye.
Piştî vê ku Qasim Silêmanî ji aliyê Amerîkayê ve di Îraqê de hate kuştin, Elî Xamineyî, di hikmekê de, Îsmaîl Qa`anî weke Fermandê Spaha Quds a terorîst diyarî kir.
Roja Çarşemî şandekî Îranê bi serokatiya Riza Erdekaniyan, Wezîrê Vizeya Îranê, serdana Îraqê kir, Qa`aniyê terorîst jî bi berevajiyê hemî carê ku fermandên Spahê bi awayê nefermî û bê vîza serdana Îraqê dikirin, vê carê bi neçarî pê vîzayê karî digel vê şandê bikeve hundirê Îraqê.
Çavkaniyek nêzîk Wezareta Derve ya Îraqê ragihand ku bi biryara Serokwezîrê wî welatî, hemî kesê bîhanî , çi siyasî û çi leşkerî, heta vîzaya Îraqê vernegirin, niha vêde nikarin serdana Îraqê bikin.
Ew biryara Mistefa Kazimî yê Serokwezîrê Îraqê, pêngaveke bo kurtkirina destê rejîma Îranê û rimbazêna Spaha terorîs di nava Îraqê de.