Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şerta Amerîkayê derheq rêkevtina Navikî de, serbest berdana girtiyên Amerîkayê ye

11:42 - 24 Kanûna Paşîn 2022

Amerîkayê ragihand bona vegeryana nava Lihevkirina Bercamê û rêkevtina li derheq bernama Navikî ya rejîma Îranê de, divê Îran wan girtiyên Amerîkayê serbest berde.

Roja 23`ê  Kanûna Paşîn a 2022`an, Rabêrt Malî, nûnerê taybet yê Amerîkayê derheq karûbarê Îranê de ragihand: Vegeryana bo nava “Lihevkirina  Bercamê”, bi bê serbest berdana 4 girtiyên hevwelatiyên Amerîkayê, ti îmkan nîne.

Ew helwêsta han ya Amerîkayê jî, piştî wê yekê hat ragihandin ku “Bêrî Rûzen” barmteyê berê ye û Amerîkayê bona rakêşana bala hemî aliyekê derheq girtiyên Amerîkayê ji aliyê rejîma Îranê ve, ev çend roj bû ku li cihê birêve çûna danûstandinên li derheq bernameya Navikiya Îranê li Viyenê, gireva xwarinê girtibû.

Pareke zaf ji xebatkarên medenî, rojnamevan û hepsiyên siyasî li navxwe û derveyî Îranê, piştevaniya xwe bo “Bêrî Rûzen” ragihandibûn.

“Rabêrt Malî” berê jî ragihandibû ku, mijara wan girtiyên Amerîkayê li Îranê de, tu peywendiyek bi mijara danûstandina Navikî ve tuneye.

Jibilî wan 4 hevwelatiyên Amerîkayê ku navê wan hatiye mediyayî kirin, dehan kesên welatiyên biyanî ku piraniya wan du nasnameyî ya welatên Ewrûpayî hene, li Îranê de hatine girtin, û rejîma Îranê weke kartekê li destê xwe de bo wergirtina çûr û imtiyan ji wan welatan, bikar tîne.