Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şeş kes ji hêzên Sipaha Pasdarên rejîmê ji devera Kamiyaran hatin kuştin û birîndarkirin

22:29 - 14 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Şeş kes ji hêzên Sipaha Pasdarên rejîma Îslamî a Îranê ji devera Kamiyaran li nêzîkî çiyayê Şaho, bi sedema teqîna mînê hatin kuştin û birîndarkirin.


Li gor nûçegehaniyan, roja duşemî 13’ê Tebaxa 2013’an, li devera Kamyaran çar fermandeyên hêza Sipaha Pasdaran ketin ser mînên çandî ên rejîmê û di encam de hatin kuştin û du kesên din jî bi tundî birîndar bûn.
Di vê derheqê de hin nûçegehaniyan bilav kiriye ku navê kesek ji kuştiyan Ehmedî ye û xelkê gundê “Beharlûya Qorwe” ye.
Li gorî zanyariyan 6 milyon hêktar ji axa Îranê bi mînan hatîne çandin û li gorî amara vê dawiyê serhev 16 milyon mîn ji tevahiya Îranê de heye û di çar parêzgehên Îlam, Kirmaşan, Kurdistan û Urmiye de bi sedema pirsên ewlehî û sînorîbûnê zortirîn mînên çandî hene.
Di van çar parêzgehan de zaftirîn bûyerên mînan hene û piraniya goriyên mînan jî gundî bûne ku li pey bijîva jiyanê ketine û piraniya wan jî ne nîzamî û bi taybet zarok bûn e, û şivan û kedkar û werzêr bûne goriyê teqînên mînên çandî.
Zevî û zar û axa bajarên ser sînorên kurdistana Îranê, wek, Mêhran, Dêhloran, Qesrşîrîn, Neftşar, Somar, Ciwanro, Gîlanxerb, Pawe, Merîwan, Bane, Serdeşt, Pîranşar, Şino û beşek ji Urmiyê, bi rûberê 4 milyon û 200 hezar hêktar bi mînan hatine dapoşîn û zaftirîn bûyer û goriyên mînan jî li van cihan heye.