Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şeva Yelda li Jaweroa Sine bilind hat nirxandin

15:50 - 23 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanemdia: Şeva Yelda û salvegera ji dayîkbûna Dr. Qasimlo li devera jaweroa Sine bilind hat nirxandin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, hevdem ligel şeva Yelda û şeva ji dayîkbûna Dr. Qasimlo, li gundên Niyêr, Tengeser, Serrêz û Kercu a ser bi devera Jaweroa bajarê Sine, tirak û posterên taybet bi vê bonê hatin bilav kirin.

Lawên gundê Niyêrê rêûresmek taybet bi vê bonê birêve birin.

Bi vê bonê bi bilavkirina çendîn stranên fulkilorî ên Kurdî û herwiha pexşanek bi dengê Çengîz Sîgarçî bêjerê Radyoya Dengê Kurdistana Îranê, bîranîna 83\'emîn salvegera ji dayîkbûna pêxemberê aştî dilind û pîroz ragirtin.