Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêvra Hevahengiya Navenda Sênfî ya mamostayên Îranê daxuyaniyek belav kir

13:16 - 21 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Şêvra Hevahengiya Navenda Sênfî ya mamostayên Îranê, daxwaz li mamostayên xwendingehan kir da ku di hefteya Mo`elim de, dest bi gireva seranserî bikin.

Di daxuyaniyekê de, Şêvra Hevahengiya Navenda Sênfî ya mamostayên Îranê, bi boneya hatina salroja hefteya Mo`elim, daxwaz ji mamostayên xwendingehên Îranê kiriye da ku, bo gihîştin bi armanc û mafên xwe dest bi girevê bikin.

Di vê daxuyaniyê de hatiye ku, bilindbûna nirxan bilindbûn û nişîvbûna rewşa jiyanê jiyana hemû tex û qadên civaka Îranê dijwar kiriye, heqdestê mamostayan digel bilinbûna nirxan wekhev nine, û zêdey mamostayan bi sedema nebûna heqdesta baş, neçarin karên din li kêlega karê mamostatiyê de encam bidin.

Hevdem di vê daxuyaniyê de hatiye, zêdey ders xwanan li malbatên zehmetkêşin û rewşa aboriya van xirabe û ji aliyekî din ve siyasetên pereçêkirin û nebûna çavaniya sîstema perwerdehiyê di nav siyasetên hikûmeta Îranê de.

Di vê daxuyaniyê de, daxwazkariyên mamostayan hatine bas kirin ku wiha ne: “Baştirkirina rewşa Perwerdehiya xwendingehan, ragirtina perwerdehiyên taybet, avakirina navendên serbixwe, vêdebirina hemû berberstên neasayî bo pêşîgirtin li çalakiyên van, avakirina bîme bo mamostayan, dana heqdest û berevanîkirin ji mafê mamostayan.

Di demekê de ku, mamostayan bi sedema bilinbûna nirxan a heyrîmay, şiyana dabînkirina hewcehiyên rojane yên xwe û malbata xwe nînin, dewleta Hesen Rohanî bi cihê dengkirin û bilinkirina heqdestê mamostayan û pêragihîştin bi mamostayên xwenenişîn, bi awayekî neberpirsane “hêviya dermankirinê” wekî çareserkirina  êş û azaran ji xelk û mamostayan re pêşniyar dike.

Îsal di desmlên wekî Payîz û Zivstanê de, mamostayên Îran û Kurdistana Rojhilat, di pirraniya parêzgehan, bajar û bajarokên rojhilata Kurdistan û Îranê de, bo nîşandana nerazîbûna xwe li hemberî rewşa jiyana xwe, siyasetên dewlet û hepsîkirina mamostayan girev girtin.