Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêvra Hevkariyê ya Kendavê kiryarên terorîstî ên rejîma Îranê mehkûm kir

12:45 - 31 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Şêvra Hevkariyê ya Kendavê di civîneke xwe de kiryarên terorîstî ên rejîma Îranê şermezar kir.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, roja Pêncşemî 9`ê Cozerdana 1398`an (30`ê Gulana 2019`an), Şêvra Hevkariyê ya Kendavê piştî lidarxistina civîênekê, biryarnameyek weşand û tevî şermezarîkirina êrîşên têkderane ên çend rojên derbasbûyî yênku li kendavê pêk hatibûn, daxwaz kir da ku pêşî ji kiryarên terorîstî ên wiha bê girtin.

Di wê daxuyaniyê de wiha hatiye: Ev kiryarên terorîstî yên wekî êrîşkirina li ser “4 gemiyên bazirganî li nêzîkî berlêvên ava “El-Fecîre” û herwisa êrîşa balafirên bê pîlot ên Husiyên Yemenê li dijî Erebistanê” ku ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve piştevanî tên kirin, em bi awayekî tund kiryarên terorîstî yên han şermezar dikin.   

Her di vê derheqê de, roja Pêncşemî 9`ê Cozerdana 1398`an (30`ê Gulana 2019`an), Paşayê Erebistana Si`ûdî “Melik Selman” li civîna welatên Erebî di bajarê “Mekê ya Erebistan”ê de got: Em ji civata cîhanî daxwaz dikin da ku bi berpirsayetiya xwe li hemberî siyasetên Nizam a Îranê ku, piştevaniya girûpên terorîstî di dever û cîhanê de dike, û herwisa gefin  li dijî ewlehî û aştiya navneteweyî, û li hemû rêyan bo pêşgiritn ji wê nizamê bikar bîne û pişî ji kiryarên terorîstî yên wê rejîmê bigre.

Rejîma Îranê li heyama 40 sal temenê nehs û bîyom ê xwe, bi piştevanîkirina ji girûpên terorîstî, ewlehî û aramiya dever û cîhanê têk daye, û ev rejîma bi berdewamî ji aliyê saziyên mafê mirov û welatên din bi sebebên han hatiye şermezarkirin.