Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêvra Pêwendiyên Derve ên Amerîkayê civînek derheqê pêşeroja Kurdistana Rojhilat de bi rê ve bir

19:11 - 12 Hezîran 2018

Kurdistanmedia:  Şêvra Pêwendiyên  Derve  ên Amerîkayê, civînek derheqê pêşeroja Kurdistana Rojhilat de bi rê ve bir.

Roja Duşemî 11`ê Hezîrana 2018`an, Şêvra Pêwendiyên Derve ên Amerîkayê bi beşdariya komek ji akadimîsyenan, û rêberên du partiyên serekî yên Kurdistana Rojhilat, “Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê” û “Komela Şoreşger ya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê”, civînek derheqê pêşeroja Kurdistana Rojhilat de bi rê ve bir.

Di vê civînê de, komek ji kesayetiyên siyasî û akadimîsyenên Kurd û herwisa akadimîsyenên tînktank beşdar bûn. Di vê civîna Şêvra Pêwendiyên Derve ên Amerîkayê de, komek pirsên taybet bi Kurdistan û rola pêşmerge hatine kirin, û ji aliyê “Mistefa Hicrî” lêpirsyarê giştî yê PDKÎ ve bersiva van pirsan hate dan.

Piraniya pirsan derheqê rola pêşmerge di Kurdistanê de hatibûne kirin ku rola pêşmerge di pêşeroja Kurdistanê de çi dibe? Rasan çiye û armanca Rasanê çiye? Û komek pirsên din di vê derheqê de hatibûne kirin ku ji aliyê “Mistefa Hicrî” ve bersiva pirsan hate dan.

 “Mistefa Hicrî” lêpirsyarê giştî yê PDKÎ di beşeke axavtinên xwe de bas ji vê kir ku: “Em weke PDKÎ, xwendin û zanyarî li ser vê rejîmê me hene, û ezmûna pêşniyara gotûbêjan û şerê çekdarî digel rejîma Îranê me hebûye, me guman derheqê vê rastiyê de nine ku riya rizgariya xelkê Îranê digel hemû pêkhateyan, û herwisa vegeriyana aştî û aramiyê ji bo deverê bi riya nemana Komara Îsalmî a Îranê re derbaz dibe. Ji bilî vê yekê her cure pilanek bi armanca  guherîna siyaseta rejîmê tenê xesaran ji bo xelkê Îran û welatên cîhanê zêdetir dike, û mecalê pêk tîne ku rejîm di herêmê de bandora xwe hebe. Hicrî di beşeke axavtina xwe de pêdagîrî kir ku xelkê Kurdistana Îranê, û PDKÎ weke partiyeke xwedî dîrok û pêgeha cemawerî û bi ezmûna zêdetir ji 70 sal xebatê li dijî du rejîmên paşayetî û Komara Îsalmî dixwaze ku xebata xwe milbimilê xebakata seranserî li Îranê li dijî komara Îslamî Îranê bihêztir bike.

Şêvra Pêwendiyên Derve ên Amerîkayê tîntankeke bihêz ya Amerîkayê ye, ku li ser siyasetên derve ên Amerîkayê bandoreke bihêz hene.