Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêwirmendê leşkerî yê Xamineyî gotiye, me her xercek bo Îraq û Sûriyê kiribe em dê wê pareyê wergirin

13:08 - 28 Îlon 2020

Şêwîrmendê leşkerî yê Elî Xamineyî gotiye: “Her wekî me di beranber dana benzîn bi Vênêzoêlayê re me zêr vergirt, herwiha ew xercê ku di Îraq û Sûriyê de hatiye kirin emê wergirin”.

Roja Yekşemî, 27ê Îlonê,  Şêwîrmendê leşkerî yê Xamineyî, “Rehîm Sefewî” îdia kiriye ku: “Di beranber firotina benzîn bi Vênêzoylayê re, me şimşên zêr anîne”.

Ew îdiaya “Sefewî” di demkê de ye ku berê, Berdevkê berê yê Wezareta Derve a rejîma Îranê, guherîna benzîn bo zêr di navbera Tehran û Karakasê de, bi çewtekarî dabû zanîn.

Herwisa “Sefewî” îdia kiriye ku bi sedema piştevanîkirin ji Îraqê li dijî DAÎŞê, me dolarên next wergirtine.

Şêwîrmendê leşkerî yê Xamineyî gotiye: “Di girêbesta me digel Sûriyê de, tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku di beranber wan alîkariyên me de, emê dê tiştên din werbigrin”, navbirî îşare bi hûrdekariyên wê girêbestê nekiriye.

Herwisa Cihgirê Fermandeyê Hêza Quds a Spaha Pasdaran a terorîst, “Mihemed Hicazî”, bi îşarekirin bi alîkariya malî bi rejîma “Beşar Esed” di sûriyê de gotiye: “Ew pereyê ku me di Sûriyê de xerc kiriye, wekî qer e û pêka girêbesta di navbera me û Sûriyê de, Sûriyê soz daye ku wî pereyî bide Îranê.