Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêwraya Ewlehiya Welatên Yekgirtî sê fermandeyên Hûsiyan xistine nav lisê dorpêçan

12:06 - 11 Çirriya paşîn 2021

Şêwraya Ewlehî ya Saziya Welatên Yekgirtî li roja Çarşemî 10ê Çiriya Paşîn, sê kes ji fermandeyên Hûsiyên yemenê bi sedema vê yekê ku li ser aşîtî, ewlehî û aramiya Yemenê bûne gef, xistine nav listê dorpêçan.

Pêka rapora nûçegihaniya “Reuters”ê, 15 endamên Şêwraya Ewlehî ya Saziya Welatên Yekgirtî bi hevdengî sê fermandeyên payebilind ên Hûsiyan ên bi navên “Mesfer El-Şaîr, Yûsif El-Medanî û Mihemmed Ebdulkerîm El-Xemarî” xistine nav listê dorpêçan.

Pêka wê raporê, Mihemmed Ebdulkerîm El-Xemarî” ji fermandeyên leşkerî yên Hûsiyan di operasiyona “Marib”ê de ye û “Yûsif El-Medanî” alîkarê Wezîrê Berevanî yê milîsên wê girûpa girêdayê rejîma Îranê ye.

Herwisa pêka wê raporê, “Mesfer El-Şaîr” bi qacaxçîrtiya çek û cebilxabneyan tawanbar e.

Heya niha şer li Yemenê bi 10an hezar kuştî li pey xwe aniye û ew welata ber bi rewşeke trajîk ve biriye

Milîsên girêdayê rejîma Îranê li Yemenê bi şerekî berpan bo dagîrkirina “Marib”ê ku take binkeya hêzên dewletî ya hêzên Yemenê di bakûrê wî welatî de ye, destpêkirine. Zêdetir ji 100 hezar kes ji awareyên Yemenê di devera Maribê de ne lewma şerê “Marib”ê nigeranî li derheq qewimîna kirîzeke mirovî zêde kiriye.