Şêwreya Hevahengiya Mamostayên Îranê roja Sêşemî 7ê Hezîranê di nameyekê de bo Saziya Navdewletî ya Kar, daxwaza jikarderxistina heyeta birêveberiya Îranê ji wê saziyê kir.
Nivîskarên nameyê sedema vê daxwaziyê berdewamiya serkuta rêkxistin û çalakiyên sendîkayan ji aliyê Îranê ve dane zanîn.
Herwisa wê Şêwreyê ji heyetên nûneriya kedkar û sendîkayan daxwaz kiriye ku di sedemîn civîna Saziya Kar a Navneteweyî de li derheq serkutkirina mamoste, kedkar û sendîkayan ji aliyê rejîmê ve bertekê nîşan bidin.