Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seyîdzade “Fatime Seyîd Menaf Husênî” ev jina ku yekem car alaya Kurdistanê dirû, koça dawiyê kir

12:41 - 10 Çirriya pêşîn 2020

Şoreşger û têkoşera serdemê Komara Kurdistanê, “Seyîdzade Fatime Seyîd Menaf Husênî” di paytexta Komara Kurdistanê de koça dawiyê kir.

Xwedêjêrazî, welatperwer û hogira PDKÎ di serdema Komara Kurdistanê de bi destûra Pêşewa “Qazî Mihemed”, alaya pîroz a Kurdistanê dirûbû û ji aliyê Pêşewa “Qazî Mihemed” ve destxweşî jê hatibû kirin.

Xwdêjêrazî, hevjîna Wezîrê Post û Telegraf, “Kerîm Ehmedîn” di kabîneya Wezîran a Komara Kurdistanê de bû.

“Seyzade Fatime” heta dema dawiya jiyana xwe, wefadarê Komara Kurdistan û rêbaza PDKÎ ma û herdem şanazî dikir ku alaya pîroz a Kurdistanê bi destên xwe dirûye.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îran, sersaxiyê dide malbat û xizim û kesûkerên Xwedêjêrazî û xwe şirîkê xema wan dizane.