Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Simînarek bi boneya bilavbûna 200’mîn hejmara rojnameya “Agirî” û 600’mîn hejmara rojnameya “Kurdistan”ê birêve çû

13:03 - 16 Adar 2013

Roja 28’ê Şibata 2013’an, simînarek bi hênceta 200’mîn hejmara rojnameya “Agirî” û 600’mîn hejmera rojnameya “Kurdistan”ê, bi beşdariya birêz “Mistefa Hicrî” sekerterê giştî, endamên rêberî û hejmarek kesayetiyên siyasî û akadimîk li binkeya Deftera Siyasî a PDK Îranê birêve çû. Simînarê bi xwandina sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û ragirtina çend deqeyan bêdengî bona rêzgirtina ji canê paqij ê şehîdên Kurdistanê dest pêkir. Paşan “Nahîd Husênî” endama Komîteya Nawendî a PDK Îranê û berpirsa beşa çapemeniyê a vê partiyê, peyamek bi vê boneyê pêşkêş kir.

Di panêla yekem a vê simînarê de “Hîmdad Husên” mamostayê zanîngehê gotarek pêşkêş kir ku têde serbarê şirovekirina aliyên pirofîşînal ên rojnama Kurdistanê weke rojnameyek pêşkevtî li serdemê zêrîn ê Komara Kurdistanê de, amaje bi cih û bandora rojnameya Kurdistanê di nav rojnamegeriya Kurd de kir. Piştî navbirî, rojnamevan “Şadman Hesen” çend peyvek û pêşniyar li ser dîroka rojnama Kurdistan û herweha qonaxên curbicur ên bilavbûna vê rojnamê piştî hilweşana Komara Kurdistanê pêşkêş kir. Di dawiya panêla yekem de “Hîmdad Husên” pirtûkek li jêr navê “Rojnameya Kurdî li serdemê Komara Demokratik a Kurdistan”ê de pêşkêşî Rêzdar “Mistefa Hicrî” sekerterê giştî yê PDK Îranê kir.

Di Panêla dûyem a simînarê de, rêzdar “Hesen Şerefî” cêgirê sekreterê giştî û berpirsê komisyona ragehandinê ya PDK Îranê, basek bi vê boneyê pêşkêş kir.

Rêzdar Hesen Şerefî di beşek ji axavtina xwe de weha got: “Bona vê yekê ku rojnameya Kurdistan derkeve nava qada medyayî û geşekirina çandî a Kurdî, em dibînin ku serbarê vê ku Komara taze hatiya avakirin û îmkanatên pirr destpêkî bona hindek ji bernameyên despêkî di karûbarên xwe de nine, lê îmkanatên hewce bona derketina rojnameya Kurdistanê û kovar û belavokên din dabîn dike û çapxaneyê ava dike bona vê ku bikare beşek ji armancên xwe bidest bixe. Eva ku rohn û eşkere ye ew e ku 113 hejmar jê hatine çapkirin. Jiber ku hejmara 114 di bin çapê de bûye, lê mixabin Komara Kurdistanê hatiye rûxandin.

Ji aliyek din ve di kêleka rojnamê de radyo jî hatiye avakirin da ku bikare qerebûya vê derbasbûyê bikim bi vî halî jî giringiya ku di heyamê Komarê de bi rojnameya Kurdistanê re hatiye dan,serbarê deskevtên vê beşek berçav ji nûserên vê, qelema Pêşewa bi xwe bûye. Qelema rêberên Komar û rêberên partiyê ne. Taybetmendiya berçav ya wî çaxî a rojnameya Kurdistanê ev e, ku 67 sal berî niha dema li mijarên naveroka vê çi bi navê dilxwaz û çi jî bi navê rasterast ê nûserên wê dinêrî, derdikeve ku hijmara jinan kêmtir nine ji wan mêran ku qelema xwe têde xistine kar, lewma dibe em bêjin ku di dîroka bizava Kurd de û herweha di dîroka ziman û çand û edeba Kurdî de rolek berçav lîztiye. Jiyana rojnameya Kurdistan girêdayî ye bi jiyan û xebat Kurd di Kurdistana Îranê, bi PDK Îranê ve.

Dema Komara nema, avakerê Komarê wate PDK Îranê ma, lewma rojnameya Kurdistanê jî ma. Lê di her dem û rewşekê de hewil hatiye dan ku li ser piyê xwe bisekine û bimîne. Bi kêmî û yan jî bi îmkanatên despêkî be her bimîne, her eva jî bû ku piştî nemana Komarê jî li Bakûyê herçend organa komîteya nawendî a partiyê nebû, lê beşek ji wan xwendekaran ku di serdemê Komarê de bona xwendinê bo wir hatibûne şandin, karîbûn ku bi awayekê ku li vir îmkan heye, li rojnama Firqeya Demokrat a Azerbaycanê de, sê rûpelên wê bi zimanê Turkî ya Azerî û rûpelek jî bi zimanê Kurdî, lê bi naverokek hizbiyane ve çap bikin.

Piştî vê û di rewşek baş de Kurdistanê hewla xwe daye ku di navxwe de, lê bi nepenî bihê belavkirin û li bajarê Tewrêzê çend jimareyek jê hatine belavkirin, lê di demek kêm de dest bi ser de hatiye girtin û ên ku kar têde dikirn digel zîndanê berbirû bûn. Lê bi vî halî jî heke derfetek kurt bona derçûna vê derketiye holê, mifah jê hatiye wergirtin da ku jiyana xwe bidomîne û pênaseya xwe biparêze. Di sala 1965’an de cardin li Ewropayê hewla derçûna rojnameya Kurdistanê tê dan û 26 hijmar jê tên çapkirin ku Dr. Qasimlo, Kerîm Hisamî, Kerîm Mohtedî, Dr. Marif Xeznedar rolek berçav lîstine. Li sala 1971’ê heya sala 1978’an jî 54 hejmar jê hatine çap û belavkirin û heya despêka şerê sê mehî hejmara vê digîje 60’î, û piştî vê şerî jî 9 hejmarên din jê çep û belav dibin. Hekî em li dîroka rojnameya Kurdistanê binêrin, xûya ye ku beşek zaf ji temenê xwe bi mifahwergirtin ji rewşa azad a siyasî û herweha îmkanatên nisbî derbas kiriye û beşa din a temenê xwe di çiyayên Kurdistanê de borandiye, û bi îmkanatên herî kêm hatiye çap û belavkirin. Lê di hijmara 171’an û pêve heya niha ji îmkanatên roj mifah wergirtiye”.

Piştî bidawîhatina axavtinên rêzdar Hesen Şerefî, rêzdar “Mihemedsalih Qadirî” endamê komîteya nawendî û yek ji avakerên rojnameya Agirî û yekem sernûserê “Agirî” basek pêşkêş kir.
Rêzdarî weha dest bi axavtina xwe kir: “serbarê vê ku rojnameya Agirî di astekê de ye ku bibe têza masteriyê û bikeve ber lêkolînên akadimîk a şarezayên zimanewaniyê di zankoyan de, lê di vê simînarê de dixwazim heke bi kurti jî be çend gotineka derheq wan hewcehî û zerûretan bêjim ku avabûna rojnameya Agirî derxistin rojevê de.

Her weke hûn dizanin di dîroka Kurdistanê de bi sedema wan pîlanên ku dujmin û dagîrkerên gelê Kurd, welatê Kurdistanê parçeparçe kirin û bi sebeba hebûna olên cudacuda di nav pêkhateya civaka Kurdî de û herweha bi sedema zalkirina zimanê serdest ji aliyê dujminên gelê Kurd ve li tewahiya perçên Kurdistanê de, û bi neçarkirina xwendina bi rêziman û pîtên Farsî, Turkî û Erebî, evne bûne sedem ku di civaka Kurdistanê de jî bi sedema nebûna deshelata siyasî û pîlanên dujminên gelê Kurd, em şahidên gelek zarawe û devokên cuda cuda ne. Serbarê vê ku tevgera netewî bona lihevhatina netewî û yekîtiya zimanê Kurdî di sedsalên borî de, çi ji nav rêza tevgera şoreşvanî de û çi di nav nawendên zanistî û zimanewanî de xewna hemû xebatkarên Kurd û Kurdistanê ye.

Di rastî de mifahwergirtin ji wan dezgehên ragehandinî gehandina peyama şoreşê bûye. Hekî Komara Kurdistanê deskevta PDK Îranê bû, û rojnameya Kurdistan û dezgehên ragehandinî bi giştî bûne xwendingeha coşdana xebata netewî û bingeha perwerdekirina hizra şoreşvanî, avakirina rojnameya Agirî jî di qonaxek din de di rastî de doma heman siyasetê ye ku PDK Îranê li ser hatiye avakirin. Herwek eşkere ye xebata PDK Îranê li rojhelatê Kurdistanê û li hember rejîmên Paşatî û rejîma Komara Îslamî de, serbarê wan hemû berxwedan û goriyên hatinî dan û herweha ew pîlanên dujminan deheq gelê me de, dîsan jî nekarîbû evê pantayiya Kurdistanê û yan bîrûraya netewa kurd haydar bike. Bi liberçavgirtina vê restiyê ku li Bakûrê Kurdistanê de rêjeyek zaf ji gelê me bi tîpên Latînî û bi devoka Kurmanciya jorî diaxivin, herweha beşek ji gelê me li Başûrê Kurdistanê û li rojhelatê Kurdistanê li parêzgeha Urmiyê bi devoka Kurmancî ya jorîn dipeyvin.

Li ser bingeha vê zeruretê û bona vê ku PDK Îranê bikare dengê şoreşa gelê Kurd li Kursdistna Îranê bigehîne beşên din ên Kurdistanê û bala wan bo bûyerên Rojhelatê Kurdistanê û pîlanên Komara Îslamî derheqî gelê me encam dide bikişîne, hewcehî bi vê hebû ku ragehandinek din li kêleka ragehandinên din de ava bike bona vê yekê ku weke pira pêkvegirêdana ragehandina rojhelat Kurdistanê tevî beşên din ên Kurdistanê, li ser vê bingehê bû ku em dibînin PDK Îranê karî vê rolê bi avakirina rojnameya Agirî bi cih bîne. Di rastî de rojnameya Agirî di dehsalên borî de, kariye bi vê zaravayê û pîtên latînî bikare siyasetên PDK Îranê û bûyerên Rojhelata Kurdistanê û daxwazên vê tevgerê û herwusa bikare pîlanên dujminan di vê beşa Kurdistanê de eşekere bike.

Di rastî de Îro rojê rojnameya Agirî kariye weke xwendingehekê gellek kadran perwerde bike û gellek xwendewanan ji xwe re peyda bike. Hekî pîlanê dujminên gelê Kurd derheq parçeparçekirina netewe û zimenê me de, yan weke eva me bas kirî bi vê pirrengiya di warê olî ku di civaka me de heye ji hev veqetandinekê çê bike, rojnama Agirî yan rojnameya Kurdistan û ya ragehandinên din, eva ku didomînin jihevnêzîkirin û lihevgirêdana gelê me ye di medyaya ragehandin û li medyaya kurdperwerî û şoreşvaniyê de ye. Lewma dikarim bêjim PDK Îranê bi avakirina rojnameya Agirî şanaziyek pir mezin li Rojhelatê Kurdistanê kire nisîbê xwe û, bêgoman rojnameya Agirî jî weke destexwîşika rojnameya Kurdistan û regehandinên din, di pêşerojê de bikare rolek girîngtir bilîze û bikare bibe nawendek ku gelek dezgehên din jî ava bibin”.

Di beşa din ya vê simînarê de xelata rêzgirtin bi boneya bilavbûna 200’mîn hejmara rojnameya “Agirî” û 600’mîn hejmara rojnameya “Kurdistan”ê, ji aliyê rêzdar Mistefa Hicrî ve, pêşkêşî Nahîd Husênî endama komîteya nawendî û berpirsa çapemeniya PDK Îranê, û herweha birêz Şehab Xalidî berpirsê rojnameya “Agirî” hat kirin.

Di beşa dawiya simînarê de, beşdarbûyiyan boçûnên xwe derheq vê simînarê û behsên ku di simînarê de hatin kirin, anîne ziman.