Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Simînarek derheq bilavbûna 600’mîn hejmara rojnameya “Kurdistan” û 200’mîn hejmara rojnameya “Agirî”ê birêve çû

14:56 - 1 Adar 2013

Kurdistanmedia: Li vê simînarê de kargeriya rojanama “Kurdistan”ê, pêş û paş helveşana komara Kurdistanê û aliyên cûdacûda ên vê rojnamê hat hesengandin.
Li gor nûçegehaniya malpera kurdistanmedia, berwara 28’ê Şibat a 2013’an, simînarek bi hinceta 600’mîn hejmera rojnameya “Kurdistan” û 200’mîn hejmara rojnameya “Agirî” ê, bi beşdariya rêzdar “Mistefa Hicrî” sekerterê giştî û endamên rêberaya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û hejmarek kesayetiyên siyasî û akadimîk li binka Deftera Siyasiya PDK Îranê birêve çû.
Despêka vê simînarê bi xwandina sirûda neteweî a “Ey Reqîb” hate xwandin û piştre çend xulek bêdengî bo rêzgirtina ji canê paqij ên şehîdê Kurdistanê hat ragehandin.
Paşan xanima “Nahîd Husênî” endama Komîta Nawendî a PDK Îranê û berpirsê pişka çapemenî a PDK Îranê, peyama bi vê hincetê pêşkêş kir.
Li panêla yekima vê simînarê de rêzdar “Hîmdad Husên” mamosta yê zanîngehê gotarek pêşkêş kir û li gotara xwe de serbarî şirove kirina aliyên pirofîşnalên Kurdistanê weke rojnameyeke pêşkevtî li serdema zêrîna komara Kurdistanê de, amaje li ser cih û bandora rojnameya Kurdistanê li rojnamevaniya Kurd de kir.
Li panêla duyem de berêz “Şadman Mela Hesen” rojnamevan, basek li ser derbas bûyîa rojnameya Kurdistanê û pîşniyar bo duaroja vê rojnamê û qonaxa cûdacûda ên bilavbûna rojnama Kurdistanê paş helveşana komara Kurdistanê pêşkêş kir.
Di dawiya vê panêlê de “Hîmdad Husên” pirtukek li jêr navê “Rojnamaya Kurdî li serdemê komara Demokratik a Kurdistan”ê pêşkêşî Rêzdar “Mistefa Hicrî” sekerterê giştî yê PDK Îranê kir.
Panêla duyem a simînarê bo rêzdar “Hesen Şerefî” cêgirê sekerterê giştî û berpirsê ragehandina PDK Îranê û rêzdar “Mihemedsalih Qadirî” endamê Komîteya Nawendiya PDK Îranê û demezrêner û sernûserê rojnemeya “Agirî” hat terxan kirin.
Li beşa yekima panêla duyem de rêzdar “Şerefî” basek li ser girîngî û armanca bilavbûna rojnameya Kurdistanê li serdemê komara Kurdistanê de pêşkêş kir û serbarî tîşk xistina ser xasmaniyên rojnameya Kurditanê û li gor helumerca siyaseta serdem şirove kir.
Paşan rêzdar “Mihemedsalih Qadirî” li ser bîrokeya avakirina rojnameya “Agirî” çend gotarek pêşkêş kir û li ser amanca demezrandina rojnameya Agirî û gehandina xebata mafxwaziya PDK Îranê bi parçê din yê Kurditanê û girîngîdana û karîgeriya vê xebatê û pêşvaziya rojnameya “Agirî” li herêma Bakûra Kurdistana Îranê, pêşkêş kir.
Pişka din ya vê simînarê xelata rêzgirtin bi hinceta bilavbûna 200’mîn hejmara rojnameya “Agirî” û 600’mîn hejmara rojnameya “Kurdistan”ê, ji aliyê rêzdar “Mistefa Hicî” vê bi xanima “Nahîd Husênî” endama Komîta Nawendî û berpirsê çapemeniya PDK Îranê û rêzdar “Şehab Xalidî” berpirsê rojnameya “Agirî” hat pêşkêş kirin.
Di beşa dawiya vê simînarê, pirs û raya pişkdaran arasteya rêveberiya simînarê hat kirin û bersîva van pirs û tîbîniyane hat dan.