Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Simînarek li ser xwîndina bilind li welatê Swêdê birêve çû

21:53 - 26 Adar 2014

Kurdistanmedia: Simînareke taybet bi xwîndina lawên Kurd li derveyî welat li zanîngehan û çawaniya hilbijartina rişta xwîndinê, li welatê Swêdê hat lidarxistin.

Li gor raporta Kurdistanmedia, roja Yekşemî 13’ê Adar a 2014’an, komîteya Yeketiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê – Îskîlistuna û Yeketiya Kurdan simînarek bi navê “Xwîndina bilind, ciwan û xwendekarên Kurd” li bajarê Îskîlistuna ya welatê Swêdê birêve çû.

Di destpêka simînarê de serbarî xwîndina sirûda neteweî a “Ey Reqîb” û ragirtina deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqijê şehîdan, basek derheq bi çawaniya birêve çûna simînarê û herwiha birge û mijar ji aliyê “Rizgar Baramî”ve hat pêşkeş kirin.

Piştire Mansûr Ezîzî Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a kurdistana Îranê û berpirsê teşkîlat li derveyî welat, pêwendî ligel xwîndina bilind di nav gencên Kurd li derveyî welat de û bandora wê rewtê li ser doza Kurd li paşerojê de pêşkeş kir.

Paşan du lawên Kurd bi navê “Lezgîn û Robîn” ku xwîndina bilind li welatê Swêdê tewaw kirine li ser çawaniya xwîndin di vî welatî û diyarkirina rişte bo amadebûyan eşkere kirin.

Simînar bi rexne, pîşniyar û tîbîniya beşdaran û bersivdana wan dawî hat.