Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sine/ komkirina setelaytên hevwelatiyan berdewam e

16:16 - 13 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Di du taxên bajarê Sine de bi navên “Apartemanên deftera fenî “ û “Giryaşan”, hêzên Întizamî yên rejîma Îslamiya Îranê dest dane komkirina setelaytên hevwelatiyan.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, hêzên Întizamî yên rejîma Îranê li bajarê Sine bi hatina meha Muheremê şepolekî nû ya komkirina dîş û setelaytan li bajarên Kurdistana Rojhelatê dest pêkir û ew şepola a niha çend taxên bajarê Sine girtiye.
Berwara 11’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, li apartimanên taxa deftera fenî, şepola komkirina setelaytên hemwelatiyan ji aliyê hêzên Întizamî yên rejîma Îranê ve birêve çû û rojek paş vê jî wate roja 12’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, ew şepole taxa “Giryaşan”a vî bajarî jî girt.
Hevwelatiyekê di vê pêwendiyê de bi peyamnêrê malpera “Kurdistanmedia” ragihand: Rejîma Îranê bi armanca pêşgîrî ji bilavbûna pirogiramên televîziyonên Kurdî, seteleytan kom dike û naxwane tû awayek hizrekî cuda ji “Esla Wîlayeta Feqîh” di nav xelkê de bilav bibe.
Rejîma Îslamî ya Îranê tenê bi sepandina hizra Wîlayeta Feqîh di Îranê de ranaweste û dixwaze ji rêyên cûr ba cûr ew hizre bo welatên Cîhanê henarde bike.
Di vê pêwendiyê de li berwara 12’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, li gundê “Lon Sadat”a herêma Kamyaranê jî şepola komkirina setelaytan ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve birêve çû ku ew nûçeye ji aliyê malpera “Kurdistanmedia”ve hat bilavkirin.