Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şino/ Wegerandina terakturek bû sedema canê hevwelatiyeke Kurd

14:24 - 17 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Seba wergerandina terakturê li devera Şinoyê, hemwelatiyeke Kurd ku şofêrê terakturê bû canê xwe ji dest da.


Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, ciwanekî temen 18 salî xelkê gundê “Helbê”a ser bi bajarê Nexedê bi navê “Kerîm Îrandûst” roja Pênçşemî 14’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, li dema ziwirînê ji bajarê Şinoyê li sernişîviya Zînuya Qelatan bi teraktur tûşî bûyera terafîkê bû û di encam de canê xwe ji dest da.

7280.jpg

Navbirî ku şofêrê terakturê bû sernişîviya Zînuya Qelatan bi dende xilasî suret rakiriye û paşan seba ji destdana konterola terakturê tûşî wegerandinê bûye û di encam de jiyana xwe ji dest daye.
Di vê bûyerê de kesekî din jî bi tundî hatiye birîndarkirin.