Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê hejmarek hêzên çekdar rêkirine Sûriyê

16:28 - 7 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Sipaha Pasdaran a rejîma Îslamiya Îranê hejmarek ji hêzên xwe ku bi armanca serkur kirina hevwelatiyên narazî ji rejîma Sûriyê, bo wî welatî rêkirin.

Rojnameya “Dîlî Mîrur”a Birîtanyayê bilav kir, rejîma Îranê bi heceta alîkariya leşkerî bi Beşar Esed û serkut kirina naraziyan û Artişa Azad, hêzên xwe rêkirin Sûriyê.

Her di vê pêywendiyê de rojnameya “Gardîn” serbarî pişt rast kirina wê nûçeyê eşkere kir, di nav wan hêzên ku rêkirine Sûriyê, hejmarek hêzên ewlehî jî ber çav dikevin.

Arteşa Azad a Sûriyê bi berdewamî rejîma Îranê bi destêwerdana karubarê navxweya Sûriyê û alîkarî kirina leşkerî û madî bi Beşar Esed, sûçdar dike.

Rejîma Îranê heya niha ew tawanane ret kirine.

Ewa di demekê de ye ku çend roj berî niha fermandeyekî payedilindê Sipaha Quds a rejîma Îranê li Demîşqê de hat kuştin.

Emîr riza Elîzade xelkê bajaroka Rûdser û yek ji fermandên sipaha Quds bû û ku li encama teqîneweya tirombêleke bomb rêj kirî li Demîşqê hat kuştin.