Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sipaha pasdaran hêzeke zaf rêkiriye ser sînorên Kurdistanê

16:44 - 24 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamiya Îranê hêzeke zaf ji sipaha pasdaran li ser sînorên Kurdistana Îranê cêgir kiriye.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, dever û xalên sînoriyên Hewraman, Pîranşehr, Mako, Merîwan û Serdeşt bi tewawî hetiye ewlehîkirin û hêzeke berçav ji sipaha pasdaran rejîma Îslamiay Îranê lê cêgir kiriye.

Ev hêzane bi berdewamî mêjûlê geşt lêdan di deverê de ne û li ser çiyayan astengî bo hevwelatiyan û ajeldaran çêkirine.

Hevwelatiyeke bajarê Pîranşehrê bi malpera Kurdistanmeia ragehand, heyamê 4 rojane hêzekî zaf ji sipaha pasdaran teyar bi çekên giran li ser sînorên Pîranşehrê cêgir kirine.

Hevweletiyê han herweha got: Pêştir sînor di destê Artişê de bû, lê heyamê 4 rojane Arteş nemawe û sipahê cihê wan grtiye.