Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sipasha Pasdaran bi danîna bingehên leşkerî li devera Serdeştê, jîngeha wê deverê agir berdidinê

20:53 - 12 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Sipaha Padarên rejîma Îslamiya Îranê li devra Serdeştê bi danîna bingehên leşkerî, jîngeha derdora wê deverê têk dan.
Li gor nûçeya gehştî malpera Kurdistanmedia, roja sêşemî 10’ê Îlona 2013’an, rejîma Îslmaiya Îranê dest bi çêkirina bingeh (Paygah)ên leşkerî li bilindahiya gundê “Herzn”a Serdeştê kir û bi danîna wan bingehane agir berda çiyayên derdorê.
Ew bingehên nîzamî li bindahiya gundê Herznê ku nêzîkê sînorê navbera Îran û Herêma Kurdistanê ye, tê çêkirin.
Bi gotina hevwelatiyên devera Serdeştê, hêzên Sipaha Pasdaran bo paqijkirina cihên bingehane hemû daristanên derdor agir berdnê û agir bi berdewamî pere distîne.
Hemwelatî li ser vê bawerê ne ku ew bingehene bo konterolkirin û givaş xistina zêdetir bo ser kolberên Kurd tên çêkirin.