Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şîrîn Îbadî: Sererastkirin di Îranê de, di gel yasaya bingehîn ya berê rêknakeve

13:34 - 28 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Şîrîn Îbadî çalakvanê siyasî gotiye: Sererastkirin di Îranê de, di gel yasaya bingehî a berê rêk nakeve.

Roja Şemî 7`ê Banemer, Şîrîn Îbadî çalakvana siyasî û hilgira xelata aştî ya “Nobelê” li gotûbêjekê di gel kanala “Aljazeera” got: Rejîma Îranê nayê sererastkirin û ew yek jî erê kir ku, riya sererastkirin li guhertina yasaya bingehîn derbas dibe.

Herwisa navbirî derheq dorpêçên aborî û neftî yên li ser rejîma Îranê daye zanîn, ez piştevaniyê ji wan dorpêçan dikim, lê, tenê dorpêçên ku, rejîma Îranê lawaz bike, ne dorpêçên ku derbê li xelkê Îranê bidin.

Navbirî di berdewamiya axavtina xwe de îşare bi medyayên zimanê biyanî yên ku ji aliyê rejîma Îranê ve û li ser setilaytên Rojavayî belav dibin got: Eem daxwa dikin ku, ew kanalane bên tehrîm kirin daku medyayên Îranê li cîhanê de lawaz bikin.

Wê çalakvana siyasî daye zanîn: Çava dibe ku hinek ciwanên Sûriye, Lubnanî yan jî yên Yemenê ji rejîma Îranê piştevanî bikin? Ji aliyê wan kanalan ve ku, ew ciwanane tên xapandin , mifah vergirtin ji wê setilayta Rojavayî bo rejîma Îranê qedexer bikin daku nekarin bi çalakiyên xwe berdewamiyê bidin.

Deng û rengê rejîma Îranê çendîn medyayên derveyê sînorî bi zimanên bîhanî yên cor bi cor yên wekî, Erebî, Ordûn, Feranse, Îngilîsî û Îspaniya heye, ku girîngtirîna wan, kanala nûçeyî a “PressTv” bi zimanê English ye.

Her di vê derheqê de, 30`ê Xakelêweyê kompaniya “Googl”ê kanala “PressTV û HispanTV” di youtube de bi sebeba binpêkirina siyasetên wê kompaniyayê daye qutkirin.