Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sirr û seqema zivistanê û xemsariyên berprisên rejîmê, jiyan li welatiyan tal kiriye

12:29 - 23 Kanûna Paşîn 2022

Di vê demsala zivistanê de, ji ber barîna berfa zêde û sirr û seqemê, rêya piraniya gundên navçeyên weke Mirgewer û Tirgewerê hatine qutkirin.

Ji ber barîna berfê û sirr û seqema demsala zivistanê, av, elekterîk û gaza malên welatiyên bajarên Kurdistana Rohilat qutbûne, û berprisên rejîmê yên li herêmê jî, ti pêngavek bona çareserkirina wan astengiyan nadin û welatî di vê demsala sarr de di rewşeke pirr dijwar derbaziya xwe dikin.

Pêka zanyariyên ku gihîştine ber dest, li navçeya Mirgewer a girêdayî bajarê Urmiye, ji ber barîna berfê û sirr û seqema demsala zivsitanê, rêyên dinavbera gundan û herwisa gaza malan qut bûye û welatî neçarin bona kirîna gazê di nobetên dirêj de li ser şeqaman rêz bibin.

Guh nedan û cudahîdanîna berpirsên rejîmê ên herêmên cuda yên li bajarên Rojihilatê Kurdistanê de bûye sedem ku, welatî bona dabîn kirina hewcehiyên jiyana xwe rastî astegiyan bibin û di wê rewşa dijwara demsala zivistanê de, bi bê hebûna gaz, av û elekterîkê derbaziya bikin.