
Di heyam çend rojên beriya niha de, Şêwreya bajarê Tehranê pîşniyar kiribû, ku bi sedema Korona dibe metro bêne daxistin, lê rejîmê pîşniyara Şêwreya Tehranê red kir.
Zehra Nijadbehram, Endama Şêwreya bajarê Tehranê roja Sêşemî 26`ê Xakelêwe dabû zanîn, ku Sitada berengarî li hember Koronayê wê carê jî dijberî kiriye ku xelk nabe di nav metroyan de maskan lêdin.
Lê Sitada berengarî li hember Koronayê, heya niha ti rohnkirinek li derheq daxistina metroyan û lênedan maskan di metroyan de nedaye.
Rejîma Îranê bi zanebûn berengarî li hember Koronayê nake, di heyama rojên derbasbûyî de jî, Hesen Rûhanî Serkomarê rejîma Îranê gotibû: “Hekî 2 milyon kes jî bi sedema Koronayê bimrin, dîsan jî em nikarin dukan û bazaran daxînin yan jî xelkê di bajaran de qerentîne bikin, çimkî em ê rastî nerizayetiya 30 milyon xelkê birsî bên.