Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sitandina dirav ji dersxwanên Riwanserê bû cihê narizayetiya malbatên wan

19:03 - 8 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Rêveberên xwendingeha bajarê Riwanserê diravê dabînkirina sûtemenî û hevceyên din ên xwendingehê ji dersxwanan werdgrin û ewa jî bû cihê narizayetiya malbatên wan dersxwanan e

Li gor rapora Kurdistanmedia, berpirsên du qutabxanên destpêkî yên bajarê Riwanser a parêzgeha Kirmanşanê bi navên Hezreta Zeyîneb û 17\'ê Şehrîwerê dabînkirina diravê sûtemenî û hinek hevceyên din weke texte reş, perde, şofaj û komodan xistine sitiyê dersxwanan.
Hevwelatiyeke hayîdar bi peyamnêrê Kurdistanmediaê ragihand: Di wan du qutabxanên destpêkî de diravê xelata qutabiyên serkevtî û rêûresman û tenê boneyên rejîma Îslmaiya Îranê jî li situyê dersxwanan e.
Hemwelatê han ewa jî got: Di dawî haletê de berpirsên debistana Zeyîneb li bajarê Riwanserê bi malbatên hemî derxwanan ragihandiye ku dibe her dersxwanek 10 hezar Tûmen bo kirîna komodan radestê xwendigehê bikin.
Li gorî vê raporê, debistana Zeyîneb 220 dersxwan têde mêjûlê xwîndinê ne ku her qutabiyek 10 hezar Tûmen bo komodan radestê berpirsên xwendingehê kirî ye, ku di encam de dike 2 milyon û 200 hezar Tûmen ku di demekê de dersxwanan ew komodene bi 200 hezar Tûmenan kirîn e.
Karzanê varê perwerde li ser vê bawerê ye, rejîma Îslamî ya Îranê siyaseta nehêştina gelê Kurd di Kurdistana Rojhelatê de girtiye ber ku dersê nexwînin û nexwendewar bimînin û dixwaze ji rêya givaşa abûrî ve vê siyasetî cîbicî bike.
Li gor benda yeka madeya 26\'a ragihandina Cîhanî a mafê mirov bo perwerde û hînkirinê aliyê kêm dibe perwerdeya destpêkî û nawendî bê hemberî bo dersxwanan terxan bike.
Beşa A benda 2\'a madeya 13\'a danezana gerdûniya mafên abûrî û civakî û perwerdeya bê beramber ku Îranê sala 1354\'a Rojî naveroka wê danezanê pejrand, dibêje: Perwerde û hînkirina destpêkî dibe îcbarî û bê beramber be û hemû civak bi asanî bikarin ji vê mefah wergirin.
Her wusa di benda duyema esla sêyema yasa bineretî ya Îranê de hatiye: Dewlet erkdar e hemû îmkanata perwerde û hînkirinê bo hemû astek û qonaxên xwîndinê dabîn bike û herwuha li esla 30\'a yasa bineretiya Îranê dibêje: Dewlet erkdare hevceyên perwerde û hînkirina bê beramber bo hemû xelkek heya dawiya qunaxa amadeyî dabîn bike û xwîndina bilinda jî heta asta xwebijeya welat bi awayeke bê beramber girîngî didetê.
Di Îrana jêr destelatdariya rejîma Îslamî de, tû ji wan yasayane nehatine cîbicîkirin û bigre rejîma Îranê xwe rêxweşker û sedema serekî ya binpêkirina yasaya navdewletî û heta ku yasayên xwe ye jî.