Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

sitandina pere, xwandingehên Abdanan jî bi xwe ve girt

18:23 - 16 Kanûna Paşîn 2014

Kurdistanmedia: berpirsê xwendingehên Abdanan bi dana fîşekê bi xwendevanan, daxwaza pere ji malbatên xwendevanan kirye û ew yeka jî nerazîbûna wan malbatan li pey xwe anî.
Hemwelatiyekî Abdanî bi nûçegehanên navxwe re weha axivî ye: berpirsên xwandingehên Abdanan di bin nave dana xelatan bi xwendevanan re, bi zorê daxwaza pere ji wan dikin û di vê nameya ku qasî pere têde hatye destnîşan kirin, daxwaz ji me kirine ku di pêxema şermezar nebûna xwendevanên xwe de, wî pereî weke xelat pêşkeşî xwendingehê bikin.
Rêveberê perwerdeya Abdanê di vê derheqê de got: pêka zagona Îranê îdareya perwerde û elimandinê nabe pere ji xwendevanan werbigre.
Lê bi sedema dabîn nekirina bûdcê ji aliyê wezaretê ve, em neçarin ji bo dabîn kirina hewcehiyên xwandingehan pere ji wan xwendevanan werdigrin.
Navbirî herwisan da zanîn ku nivîsîna qasê pere di nava bergehên dawakarî ji malbatan, dijî yasayê ye.