Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şîva Xerîba (beşa 2)

13:42 - 9 Hezîran 2013

Di doma vê siyaseta karesatbar û sitemkarane de roja 12 Xermanana sala 1358’an êrîşa hovane bo ser mîhwera Bêwrê û Bêwranl dest pê kir. Di vê êrîşê de zirarek canî û malî gihîşte xelkê gundakinciyên vê herêmê û gund jî vala û nîve vala man. Her di îdameya vê siyasetê de roja 18Ûê Xrmanana sala 1358’an hêzeke mezin ya Komara Îslamiaya Îranêteyar bi ntank û topû çekên giran û nîve giran ên curbicur li jêr piştevaniya hîlîkopterên topdar bi armanca girtin û cihgirbûna li nuqteyên hestyar û sitratejîk ên Mîrawê û Alwetan de ber bi mîhwera Serdeşt û Pîranşarê çû, lê berevajiyê bi berberekaniyê re berbirû bû.
Di rastî de niha êdî ew dewerana derbas bûye û gellek kirêt e ku em bên û basa teqe teqê û li hevdu rakêşanê bikin.

lê li vir de aliyê kêm ez wek xwe nikarim pênûsê bi qestî bi ser berxwedaniya vê rojê de bikêşim û bixwe jî karek weha bikim ku rabûn û berberekaniya vê rojê li dîroka PDKÎ de bihê parve kirin, yan aliyê kêm weha kêmreng be, ku bihagiraniya xwe ya dîrokî ji dest bide.
Keseke cihê baweriyê ji min re bas kir ku li dema rûniştina Deftera Siyasî li herêma Aşî Piştkawê bas ji giringiya roja 18’ê Xermanana sala 1358 û herweha teşwîqkirina pêşmergeyên beşdarbûyî li meşa vê rojê de hate kirin, yek ji wan kesan ew helbesta xwend: “Gah başed kê kûdekî nadan, bi Xelet ber hedef zened tîrî”, (car heye ku zarokek nezan bikare bi şaşî tîrekê li armancê bixîne”. Lê di rastî de bi gotinadust û dijmin, û heta xelkê bê alî jî, helwesta vê rojê yekemîn berberekaniya tund bû ku hêzên komara îslamiya Îranê pêre berbirû bûn.

Li vêr de ez naxwazim ku bas ji hûrdekariyên vê pevçûnê bikim, ez kurt bibrrim, hêzên rejîma Îranê vê rojê weha şikest xwarin ku ku bixwe jî rû çinebûn ku basê bikin, lê sed mixabin vê rojê li dawiya vê pevçûnê de hevçeperê dilsoj û emegdar Mele Osman Yezdanperest naskirî bi Celal Mîraweyî li ber çavê min bi dîl girtin, serbarê vê hemû têkşikanê, dijmin bi dîl girtina navbirî wek deskevtek mezin hesêband. Helbet mirov ya rast bêje, girtina Celal bo pasdaran deskevtek kêm nebû, dijmin li jêr agirê hilîkopterên topdar de, biu ser şorî paşekêşe kir.

Me birîndarek hebû, ku herçend birîna wê kûr nebû, lê gellek xwînrêjî dikir, têhnêtiyê pişta me şikandibû û birîndarê me jî berdewam daxwaza avê dikir, li rastî de ez bixwe jî, ji wî têhnîtir bûm. Tu îmkanateke dermanî jî me tunebû. Di vê demê de ji nişêve Bêhrûz Kurd Ehmedî wek firişteyekê derket, ew gellek peyt , û zîrek hate ber çavê min, min ew nas nedikir û min sipasiya wî kir, min jêve bû ku ew Komele yan Çirîke. Lê wî bi girnijîn ve gote min ku ew pêşmergê PDKÎ ye.

baş li bîra min de ye ku gellek barût çûbû nav gewriya min de, û bi tewahî gewriya min hişk û zuha bibû. Min jane serek zêde hebû, û berçavê min tarrî bibû, wî aspirînek da min, lê min av tunebû ku ez vê aspirînê pê bixom, û tewaw ez bê taqet kiribûm. Ew aspirîn li nav gewriya min de sekinîbû, û pêve zeliqîbû, kaka Bêhrûz mistek nav pişta min da û ew heb li devê min de derket. Kak Bêhrûz vê demê ji aliyê Mamosta Hêmin û hevalên wî ve bo aliyê me hatibû birê kirin.

Mamaosta Hêmin û hevalên wî gellek ji me dûr nebûn û kak Bêhrûz cihê wan nîşanî me da, bixwe jî bona peydakirina guhdirêjekê berev gundê “Wawan” rê ketnuqteya rast ya pevçûnê “kelha Hemze” bû, ku ketibû navbera “Wawan” û “Tengî girjalî” de.roja şehîdkirina Celal Mîraweyî jî roja 18’ê Xermanan 1358’an e, ku li hinek ciyan de roja 24’ê Xermananê hatiye nivîsîn. Ez û hevalê xwe yê birîndar em hêdî hêdî çûne aliyê mam Hêmin û hevalên wî. Me hinek evraz û nişîv derbaz kiirn, lê me çi kaniyek nedît.tênîtî û birsîtiyê pişt li me şikandibû, em çûn û me xwe gihande ciyê mam Hêmin û me dît ku wan dezgeha çapê û alavên çapê bi awayek demikî li wîr danîne û bêhna xwe vedidin.

Êvariyek tarî û xembar bû, û deh yan dodeh rojek ji Havînê mbû, serê çiyayan sipî bibû, havîn bidawî dihat û payîza zer û xembar nizîk dibû, carna bayek hênik li gel haşe haşa rûbarê Kellwê têkel dibû, û xwe li ser û çavênme dixist. Ji aliyek din ve dengê Celal digihîşte guhê min, ew deng dengê mirina wî bû ku li jêr îşkencê de dikre hewar, û daxwaza alîkariyê dikir, li ber çavên min her tişt miribû, û tarîtiya mirinê li jêr heyûlayên curbicur de xwe li rih û hestên min dixistin.
Celal wek kilûkên cotkaran ku bi hemû nermî û nazikiya xwe piştî derketina gelawêjê li nav erdê req û hişik de serî dirakin, û piştre zû perper dibin, ew jî gellek bê wext perper bû......